Kitaplar

&

Risale-i Nur eserlerinin müellifi Bediüzzaman Said Nursî, yüzyıla yakın süren hayatı boyunca Batının askeri ve kültürel meydan okuyuşu karşısında İslam dünyasının manevi dinamiklerini Kur’an ve Sünnetin sabitelerinden hareketle ortaya koymaya çalışmış, meydana getirdiği Risale-i Nur Külliyatıyla çağdaş bir İslam düşüncesi ekolü oluşturmuştur. Çağdaş İslam toplumunun inşasında temel harcın iman hakikatları olduğunu vurgulayan Bediüzzaman Said Nursî, surlarında gedikler açılmış İslam kal’asını yeniden onarmaya çalışmıştır. Bir kuyumcu titizliği içinde çalışan bu mücevherat dükkânının dellâlı, Kur’an ve Sünnetin çağdaş yorumunu bu asrın teferruat içinde boğulmuş ve dünyevî meşgaleler içinde yorgun düşmüş olan insanına bir âb-ı hayat çeşmesi olarak sunmaya gayret etmiştir. Bu tılsımlı ve iksirli çeşmeden içenler Kur’an ve Sünnetin serin gölgesinde hayata yeniden dönmektedirler. Ölmeye yüz tutmuş ruhlar, günahların ağırlığıyla paslanmış kalpler ve ümitsizlik içinde azap çekerek kıvranan gönüller, mesih-misal bir dokunuşla yeniden hayat bulmakta ve dirilmektedir. Risale-i Nurları anlayarak okuyanlar bir ba’sü ba’de’l mevt (ölümden sonra yeniden diriliş) hakikatini hayatlarında bizzat yaşıyorlar, denilebilir.

 

Her çağın kendine özgü bir takım problemleri olduğu gibi çağımızın da problemleri vardır. İslam ümmetinin tarihi süreci dikkatle izlenecek olursa görülecektir ki, her fetret döneminde o dönemin manevi hastalıklarına ve yaralarına Kur’an ve Sünnet eczahanesinden reçeteler çıkaran büyük mücedditler, mürşitler ve gönül erleri gelmiştir. Ümmetin en sıkışık olduğu dönemlerde mana aleminin bu yıldız-misâl kahramanları birer meşale gibi dalalet ve bidat karanlıklarını dağıtarak, şüphe bulutlarını bertaraf etmeye ve hakikat güneşini göstermeye muvaffak olmuşlar, ümmeti inkıbaz halinden kurtararak ona bast ve inşirah halini bahşetmişlerdir.

 

İşte Bediüzzaman Said Nursî de tıpkı kendi selefleri gibi ümmetin hayatında tecdid misyonunu üstlenerek bu nurlu ve aydınlık yolu göstermeye çalışmıştır. Hadiste rivayet edildiği gibi, “Şüphesiz ki Allah, her yüzyılın başında bu ümmetin dinini tecdid edecek olan bir müceddit gönderir.” Nübüvvet kapısının kapanmasından sonra teceddüd hareketini üstlenen mücedditler, her asrın ihtiyaçlarını ve koşullarını gözönünde tutarak dinin yenilenmesi anlamında veraset-i nübüvvet makamını deruhte etmişlerdir. Dolayısıyla, Said Nursî de tarihi süreç içerisinde bu geleneğin bir devamıdır. İslam tefekkür tarihinin altın zincirinde çağdaş halkayı teşkil eden Bediüzzaman, bu çağın, hayatı süratle kayıp giden evladı için Kur’an ve Sünnetten en kısa ve en selametli bir yolu ve metodu çıkarmıştır. Bu yol, her şeyin herc ü merc olduğu günümüzde, en kısa ve en selametli bir metotla bidat rüzgârlarına ve dalalet hücumlarına karşı çabuk sönmeye maruz kalan taklidî imanı, hiçbir şüpheye mahal bırakmayacak ve küfrün hiçbir saldırısı karşısında sarsılmayacak olan tahkikî imana çevirme yoludur. Böylece Kur’an ve Sünnetin ulvi semasından tereşşuh eden bu nur damlaları günümüz müslümanlarının manevi yaralarına şifalı birer merhem ve iksirli birer tılsım olmaktadır.

 

&

 

 

 

Nivîskarê evê berhema di destê we de, Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, di muddetê umrê xwe yê nêzî sed salî de, li hemberî êrîşên leşkerî û çandî û fikrî yên Ewrûpa, li ser nas û esas ên Qur’an û Sunnetê, cewher û dînamîkên manewî yên alema Îslamê derpêş kiriye û ji nû vejandiye. Her wuha, bi Kulliyata xwe ya Rîsaleyê Nûr, ekoleke fikrî ya Îslamî ya hemdem/modern pêk anîye.

 

Seydayê Bedîuzzeman ê ku heqîqetên îmanê, ji bo înşa û avadanîya civata Îslamê ya modern, wek xerc û xîmê bingehîn destnîşan dike, sûra kelha Îslamê ku tê de qul û gêdûk hatine vekirinê, ji nû ve dest bi temîr û têkûziya wê kiriye. Ev dellalê dikana mucewheran ku bi hessasîyeta serrafekî dixebite, ders û şîroveya Qur’an û Sunnetê ya hemdem, wek kanîyeke ava jînê, dighîne însanên vê esrê ku di nav teferrûat û kitkiteyan de fetisîne û di bin kar û bar ên dunyewî de westiyane û bêtaqet mane. Ewên ku ji vê kanîya bi îksîr vedixwin, di bin sîya Qur’an û Sunnetê de, ji nû ve berê xwe didin jînê û ji nû vedigerin heyatê. Ruhên ku ber bi mirinê ne û bi ax û zarî ne, qelbên ku di bin giranîya barên gunehan de êş û azarê dikşînin û reştarî bûne, dilên ku di nav bêhêvîyê de diperpitin û zengarî bûne, bi tîmar û temaseke mesîh-mîsal, ji nû vedijîn û sax dibin. Meriv dikare bêje ku ewên Rîsaleyên Nûr bi fêm û firaset dixwînin, di heyata xwe de, mezherê heqîqeta ba’sû ba’del mewtekê(vejîna piştî mirinê) dibin.

 

Çawa ku her dem û dewranek, li gorî xwe, problemên wê hene; her wusa  ev esra me jî, pirsgirêkên wê yên li gor wê, hene. Gava meriv rind bala xwe bide pêvajoya tarîxî ya ummeta Îslamê û baş bişopîne, dê were xuyanê ku di her dewr û serdemên fetretê de, muceddîd û murşîd û qutbên mezin ên ku ji eczexaneya Qur’an û sunnetê reçete û derman derxistine, hatine. Ev egîd û lehengên alema maneyan ên stêrk-mîsal, her yekî wan, wek mûm û meşe’lekî, wek şewq û şemalekî, tarîtîyên kufr û kufranê, dalalet û bide’tê, bi rêdana rebbanî û bi înayeta îlahî belav kirine. Muwaffeqê rakirina ewrên şubheyan û serfirazê nîşandana ronahîya rastîyê bûne. Ummetê ji rewşa talî û tengîyê, ji halê înqibazê derxistine; wezîyeta firehî û ferahê, rengê bast û înşirahê bexşandine.

 

Îcar Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî jî, eynî mîna wan selef û pêşîyên xwe, di heyata ummetê de, mîsyona tecdîdê hilgirtîye ser milê xwe û evê rêya rewnaq û rewşen rave kirîye. Çawa ku Resûlê Ekrem Eleyhîsselatu Wesselam di Hedîsa xwe de ferman kiriye “Bêguman Xwedê Teala di serê her esrekî de, muceddîdekî dişîne û pê, dînî xwe tecdid û nûjen dike.”

 

Piştî girtina deriyê pêxembertiyê, hereketa teceddudê, li gor merc û ihtîyacên dem û dewrê, di maneya nûhkirin û tecdîda dîn de, meqamê weraseta nubûwwetê deruhde kiriye û wezîfeya wê hildaye ser milê xwe. Her wuha Hezretî Ustad jî, di pêvajoya dîrokê de dewama evê sîlsîleya tecdîdê ye. Bedîuzzeman di zincîra zêrîn a tarîxa tefekkura Îslamê de, xeleqa hemdem pêk tîne û wuhareng musluman û bawermendan, amadeyê esra ilm û zanistê dike.

 

Seydayê Nûrsî, ji bo ewladê evê esra ku bi xwe re lez û bezî û sur’et anîye û her wuha mesafe kurt kirine, ji Quran û Sunnetê, rê û rêbazeke herî kin û selamet a gîhan û wesla heqîqetê derxistîye. Ev rêya han, rêyeke wusan e ku di vî zemanî herc û mercê de û di vê dewra fen û felsefeyê de, îmana teqlîdî ya ku li hemberî êrîşên bîdet û dalaletan zû ditemire, bi ilm û îspat û bi awakî eqlî û mentiqî, digerîne îmana tehqîqî ya ku li hemberî ba û bahozên înkarê yên herî dijwar û li pêşberî artêşên şik û şubheyên herî har jî, naheje û natemire. Wuhareng  ev dilopên nûrê yên ku ji asîmanê Qur’an û Sunnetê yê bilind û bala avzê dibin û dibarin, ji bo birînên manewî yên muslumanên roja îroyîn, dibin melhemeke şîfadar û tilsimeke dewadar.Dema, me dest bi çap û weşana Kûlliyata Rîsaleyên Nûr kir, digel çapa Tirkî, çapa Kulliyatê ya bi Kurdî û Erebî û bi zimanên din jî, plan û programa me de hebû. Her çiqas heval û birayên me yên weşanxaneya Nûbiharê, hê di sala 1992 yan de, sê kitêbên Rîsaleyên piçûk ên bêrikê, bi Kurdî derxistibûn û me jî ev du sal e ku deh kitêbên Rîsaleyên piçûk ên bêrikê, bi Kurdî çapkirin; lê dîsa jî meriv dikare bêje ku çapa Rîsaleyên bi Kurdî, sed heyf, pir derengî ketiye. Em bawer dikin sedemê vê yekê jî, di vê gotina Ustad de veşartiye ku di serê Munazaratê de û dawiya Dîwana Herba Urfî de, ji bo Kurdan û Kurdî, gotîye: “Qewmekî hêja û bêxwedî”.

 

Lê dîsa jî em ji Xweda re şukurdar in û şad û şanaz in ku ev xizmeta ezîz û mezin, herî ewil bû nesîbê me û em evê dersa xezîneyên Quranê dighînin we ezîzan. Em dîsa hêvîdar û duadar in, her wuha ji bo bext û taliê xwe yê bêçare, alîkar û xebatkar in ku ev bêxwedîtî û ev bextreşî, ji holê rabe, ew mizgîniya ku Hezretî Ustad ji sed sal berê de daye, pêk bê û rewşek ezîz û azadane çêbe. Her wuha wergerên cildên Rîsaleyên din jî biqedin, bi îzna Xweda. Da ku wuhareng, eserên wan seîd û şehîd û ezîz ên berî me ku bi qenciyên xwe sax in, bi zimanê milletê wan, di destê ehlê qewmê wan de bigerin û ruhê wan jî, di qebra wan de şad bibe.    

 

 

 

 

 

 

 

Lügat