Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ku bi wê keştiyê re eleqedar in ji wî îsyankerî giliyên zêde dike û bi awayekî dijwar gefan lê dixwe. Û ne ku ew hereketa wî ya hindik, belkî encama mudhîş a wê hereketê li ber çavan daniye û ne ku li ser navê zatê sahibê zîşan, belkî li ser navê huqûqê hemû xelkê, wî cezayê ecêb didiyê. Eynen wisa, Sultanê ezel û ebed jî ji ber ku hîzbu-ş şeytanê ku ehlê delaletê ne digel ehlê hîdayetê di keştiya dinyayê de ne bi xeta û îsyanên xwe yên ku gorî zahirî biçûk in, êrîşî huqûqên gelek mexlûqatî dikin û dibin sedema betalbûna encamên wezîfeyên bala yên wî mewcûdatî, gelek giliyên zêde ji wan dike û li hember gefxwarin û texrîbatên wan ên muhîm tehşîdatê dike, ku eva hanê digel belaxetê hîkmeta mehz e jî, û xayet munasib û muwafiq e u mutabiqê muqtezayê hal (pêwistiya rewşê) e, ku eva jî tarîfa belaxetê û esasê wê ye, û ji mubalexeya ku îsarafa kelamê ye munezeh e.    

   Wek tê zanîn, yên li hember dijminên hêwilnak ên bi hereketek hindik texrîbatên mezin dikin, xwe naspêrin kelehekê, gelek perîşan dibin. Va ye ey ehlê îmanê! Ew keleha pola û semawî, Qur’an e. Têkeve nav de û rizgar bibe.

NÎŞANA ÇAREMÎN

   Ehlê tehqîqê û eshabê keşfê, îtîfaq kirine ku ‘edem (tuneyî) şerê mehz e û wicûd (heyin) xeyrê mehz e. Erê, bi piraniyeke mutleq xêr û spehîtayî û kemalat xwe dispêrin wicûdê û vedigerin ba wê. Li gorî ku xuya dibe menfî û edemî jî be, esasa wê subûtî û wicûdî ye. Esas û havênê sikîtiyên mîna delaletê, xerabî, guneh û belayan edem e û nefî ye. Xerabî û sikayiya ku di wan de ye ji ‘edemê tê. Çendan di sûretê zahirî de musbet û wicûdî xuya bikin jî esasê wê ‘edem e û nefî ye.    

   Hem bi dîtina çavî sabit e ku wicûda tiştekî mîna avahiyê bi mew­cûdiyeta hemû parçeyên wê teqerûr dike/dibe. Halehal wêranbûna wê û edem û înîdama wê bi edema rukneke wê çêdibe. Hem wicûd, her hal îleteke mewcûd dixwaze; belkî xwe dispêre sebebekê. Lêbelê heçî edem e, dikare îstînadî tiştên edem bike. Tişteke edemî ji tiştekî madûm re dibe îlet.    

   Va ye ji ber van du qaîdeyan e ku şeytanê îns û cinî her çiqas di gerdûnê de eserên texrîbkarane yên bidehşet û kufr û averêtî (delalet) û şer û metirsiyên cûrbecûr dikin jî, lêbelê bi qasî zerreyekê mudaxeleya wan a îcad û afirandinê tuneye; di mulkê Xwedê de jî pareke wan a hevbeşiyê tuneye. Û wan karana bi karîn û bi qudretê nakin; belkî di gelek karên wan de ne ku karîn û kirin hebe, belkî terkkirin

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat