Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

yekî, ew rabe) hezar xêran biterikîne ev dijî hîkmet û edaletê ye.    

   Çendan ji rûyê şeytan de piraniya mirovan dikevin delaletê, bes girîngî û qîmet bi giştî li keyfiyetê (çawaniyê) dinêre; li kemiyetê (çendaniyê) hindik dinêre yan jî nanêre. Wek çawa zatekî hezar û deh dendik hene. Ew dendik xistin di bin axê de û muameleya kîmyewî lê kir, ji wan dendikan deh bûn dar, hezarê wan jî xera bûn. Ew dendikên bûyî deh dar.. Belê, menf eta ku wan dendikan dayî wî zilamî zerera ku wan hezar dendikên xerabûyî dayî tune dike. Eynen wisa, ew fayde û şeref û qîmetê ku di rûyê deh însanên kamil ên bi mucahedeya digel nefs û şeytanan de new‘ê însanî wekî stêran rûmetyar kirî û tenwîr kirî, bêguman zerera ku bi ketina ehlê delaletê ya bo kufrê dide new‘ê însanî tune dike, nîşan nade; ku ew ehlê delaletê ewqas suflî ne ku ji new‘ê heşeratan tên hesabê; ji ber wê çendê ye ku rehmet û hîkmet û dadweriya îlahî destûr daye heyîna şeytanan û meydan vekiriye ku ew museletî mirovan bibin.

   Ey ehlê îmanê! Li hemberî van neyarên we yên mudhîş, zirxa we teqwa ye; çepera we suneta seniyeya Resûlê Ekrem (s.)e, û sîleha we îstî‘aze û îstîxfar û îltîcaya bi bal hifza îlahî ye.

NÎŞANA SÊYEMÎN

   Pirs: Di Qur’ana Hekîm de li hember ehlê delaletê giliyên mezin û tehşîdateka zêde tê kirin û gefên dijwar tên xwarin, ku eva hanê li gorî zahirê aqil, ne munasibî belaxeta Qur’anê ya edaletdar û munasebetdar e, û ji bo îtîdal û îstîqameta di uslûba wê de munasib nayê. Adeta li hemberî merivekî hejar, artêşan kom dike; hem ji bo hereketeke wî ya hindik, wereng gefan dixwe ku herwekî bi hezaran cînayet kiriye; hem herçiqas muflis e û di mulk de tu behra wî nine jî, digel wê çendê wek şerîkekî mutecawiz meqam didê, û jê gilî dike. Raz û hîkmeta vê çi ye?

   Bersiv: Raz û hîkmeta wê eve ye ku: Şeytan û peyrewên şeytanan ji ber ku di delaletê de diçin, hema bi hereketeke hindik dikarin gelek texrîbatan bikin. Û bi kiryareke pirr hindik dikarin gelek xisarê bidin huqûqên pirr mexlûqatî.

   Wek çawa ku di keştiyeke mezin a padîşahekî ya bazirganiyê de mirovek bi hereketeke hindik, belkî bi terikandina wezîfeyeke hindik, dibe sedema mehûbûn û betalbûna keda hemû wezîfedarên ku bi wê keştiyê re eleqedar in û encama emelên wan; ji ber wê çendê xwediyê wê keştiyê ê qedirbilind li ser hesabê hemû xelkê xwe yê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat