Lem‘eya Sêzdehemîn
Hîkmetul-Îsti‘aze
Derbarê raza
اَعُوذُ بِاللّٰهِ مِنَ الشَّيْطَانِ الرَّجِيمِ
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
وَقُلْ رَبِّ اَعُوذُ بِكَ مِنْ هَمَزَاتِ الشَّيَاطِينِ * وَاَعُوذُ بِكَ رَبِّ اَنْ يَحْضُرُونِ
(Derbarê raza xwespartina ji Şeytên e. Wê Sêzde Nîşan werin nivîsîn. Beşeke wan nîşanan ji ber ku bi awayekî cuda cuda di hin rîsaleyên mîna Peyva Bîst û Şeşan de hatiye beyankirin û îsbatkirin, li vir tenê bi awayekî kurt wê behsa wan were kirin.)
NÎŞANA YEKEMÎN
Pirs: Ji aliyê îcadkirinê ve digel ku çi têkiliya şeytanan a di gerdûnê de nine, hem Xwedê Teala bi dilovanî û alîkariya xwe terefdarê ehlê heqê ye, hem bedewiyên cazîbedar ên heq û heqîqetê mueyid û teşwiqkarê ehlê heqê ne, hem sikayiyên mustekreh ên delaletê ehlê delaletê tenfîr dikin jî dîsa gelek caran hîzbuşşeytan serfraz xalib dibe; gelo hîkmeta vê çiye? Û hîkmeta wê çi ye ku ehlê heqê her demê ji xirabiya şeytanî xwe dispêrin Xwedê.
Bersiv: Hîkmet û raza wê eve ye ku: Bi pirranî delalet (averêtî) û