Pêşgotin
Nivîskarê evê berhema di destê we de Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, di muddetê umrê xwe yê nêzîkî sed salî de, li hemberî êrîşên leşkerî û çandî û fikrî yên Xerbê, li ser xîm û esasên Qur’an û Sunnetê, cewher û dînamîkên manewî yên alema Îslamê derpêş kiriye û ji nû vejandiye. Her wuha, bi Kulliyata xwe ya Rîsaleyên Nûrê, ekoleke fikrî ya Îslamî ya hemdem pêk aniye.
Seydayê Bedîuzzemanê ku heqîqetên îmanê, ji bo înşa û avadaniya civaka Îslamê ya hemdem, wek xerc û xîmê bingehîn destnîşan dike, sûra keleha Îslamê ku tê de qul û gêdûk hatine vekirin, ji nû ve dest bi temîr û tekûziya wê kiriye. Ev dellalê dikana mucewheran ku bi hessasiyeta serrafekî dixebite, ders û şîroveya Qur’an û Sunnetê ya hemdem, wek kaniyeke ava jînê, digihîne însanên vê esrê ku di nav teferruat û kitekitan de fetisîne û di bin kar û barên dunyewî de westiyane û bêtaqet mane. Ewên ku ji vê kaniya bi îksîr vedixwin, di bin siya Qur’an û Sunnetê de, ji nû ve berê xwe didin jînê û ji nû vedigerin heyatê. Ruhên ku di ber bi mirinê berzewal, qelbên ku di bin barê gunehan de zengar girtî û dilên ku di nav bêhêviyê de diperpitin û êş û azaran dikêşin, bi nefeseke mesîh-mîsal ji nûve zînde dibin û vedijin.
Meriv dikare bêje ku, ewên Rîsaleyên Nûrê bi fêm û feraset dixwînin, di heyata xwe de, mezherî heqîqeta be‘sû be’del-mewtekê (vejîna piştî mirinê) dibin.
Çawa ku her dem û dewranek, li gorî xwe, problemên wê hene; her wisa ev esra me jî, pirsgirêkên wê yên li gor wê, hene. Gava meriv rind bala xwe bide pêvajoya tarîxî ya ummeta Îslamê û baş bişopîne, tê dîtin ku di her dewr û serdemên fetretê de, muceddid û