Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

jê re tê dayîn. Piştî wê, her ku eleqeya karîn û bijartina lê peyda dibe, ew rizqê hêsan û xweş piçekê nazê xwe li zarokê dike. Ew kaniya çiçikan diçike, rizqê wî/wê ji derên dî tê şandin. Lêbelê ji ber ku karîn û bijartina wî/wê jê re ne munasib e ku li pey rizqî bikeve, Rezzaqê Kerîm şefqet û dilovaniya dê û babê wî ji karîn û bijartina wî re wek alîkar dişîne. Îca kengê karîn û bijartina wî temam dibe, wê demê êdî rizqê wî ber bi wî ve nabeze û jê re nayê bezandin. Riziq li cihê xwe radiweste. Wisa dibêje: “Were, li min bigere û bibîne û ji xwe re bibe!” Nexwe tenasuba navbera rizq û karîn (îqtîdar) û bijartinê de vajî ye. Heta me di gelek Rîsaleyan de beyan kiriye ku heywanên ku herî zêde bêbijartin û bêkarîn in, ew ji yên dî hîn çêtir dijîn, hîn çêtir tên xweyîkirin.    

   Xala Duyemîn: Cûreyên îmkanê hene. Beşên wê yên wek îmkanê aqlî, îmkanê urfî û îmkanê adî hene. Bûyerek eger ne di dereceya îmkana aqlî de be tê redkirin; ne di daîreya îmkana urfî de be jî, dibe mu‘cîze, lê bi hêsanî nabe keramet. Eger ji aliyê urfê ve û ji aliyê qaîdeyê ve manendê wê nebin, ancax bi burhaneke qet‘î a di dereceya şuhûdê de tê qebûlkirin.    

   Va ye li gorî vê razê, halên xarîqulade yên Seyid Ehmedê Bedewî ê ku çil rojan xwarin nexwarî di daîreya îmkana orfî de ye. Hem dibe keramet, hem dibe ku adeteke wî ya xarîqulade be. Erê, di dereceya tewatûrê de tê rîwayetkirin ku Seyid Ehmedê Bedewî (q.) di halên ecêb û îstîxraqkarane de bû. Çêbûye ku çil rojan carekê xwarin xwariye. Lêbelê her demê ne wisa bû. Wek keramet hin caran wisa çêbûye. Îhtimalek heye ku: Ji ber ku haletê wî yê îstîxraqê hewce nedidît ku xwarinê bixwe, li gorî wê bûye adet. Gelek ewliyayên mîna Seyid Ehmedê Bedewî hene ku ev xarîqeyên wisa mewsûqen ji wan hatine rîwayetkirin. Madem wek çawa me di Xala Pêşî de îsbat kiriye ku rizqê ku hatiye komkirin ji çil rojan zêdetir dewam dike û (ku yek) ewqas roj ji aliyê adetê ve mumkin e û ew hal mewsûqen ji merivên xarîqe hatiye rîwayetkirin. Bêguman wê neyê înkarkirin.

   Bi munasebeta PIRSA DUYEMÎN dê du meseleyên girîng werin beyankirin; lewra, ji ber ku bi qanûnên kurtik ên fenên cografya û kozmografyayê û bi distûrên wan ên teng û bi pîvanên wan ên biçûcik nekarîbûne bigihijin asîmanên Qur’anê û nekarîne maneyên heft tebeqeyan a di stêrên ayetan de ne keşif bikin, wek dînan hewil dane ku ayetê rexne bikin, heta înkar bikin.   

   Meseleya Pêşî ya Girîng: Derbarê wê çendê de ye ku wekî asîma­

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat