Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

rizq rasterast di destê Qedîrê Zulcelal de ye û ji gencîneya rehmeta wî derdikeve. Rizqê her candarekî ji ber ku di bin te‘ehuda Rebbê wî de ye divêt tu kes ji birçîna nemire. Halehal li gorî ku dixuye yên ji birçînan û yên ji bêrizqî dimirin gelek in. Çareseriya vê rastiyê û vê razê eve ye:    

   Te‘ehuda rebbanî rast e; yên ji ber bêrizqiyê dimirin nînin. Lewra ew Hekîmê Zulcelal ji wî rizqê ku şandiye laşê candarî beşekê ji boyî îhtiyatê di sûretê bezî de kom dike. Heta beşeke wî rizqê ku bo her hucreyokê şandî dîsa di quncikeke wê hucreyokê de kom dike. Di îstiqbalê de dema ji derve riziq nehat, da ku bê şuxilandin, wek zexîreyeke îhtiyatê dihêle. Va ye berî ku ev rizqê îhtiyat ê hatî komkirin biqede dimirin. Nexwe ew mirin ne ji bêrizqiyê ye; belkî ji ber adeteke ku ji sûê îxtiyar çêbûyî û ji nexweşîneke ku ji sûê îxtiyarê û ji terka adetê çêbûyî dimirin. Belê ew rizqê fitrî yê ku di bedena candaran de di sûretê bez de hatî kom kirin bi hedê weset tam çil rojan dewam dike. Heta di encama nexweşînekê yan jî îstîxraqa rûhanî de du çilan derbas dibe. Heta beriya niha sêzdeh salan ‒niha sîh û neh‒ rojnameyan nivîsîbû ku zilamek ji ber rikeke zêde di girtîgeha Lendenê de heftê rojan, bi sax û selamet bêyî ku tiştekî bixwe jiyana wî dewam kiriye.    

   Madem rizqê fitrî ji çil rojan hetanî heftê-heştê rojan dewam dike û madem li ser rûyê erdê cilweyeke navê Rezzaq ê di sûreteke gelek fireh de ye dixuye û madem di terzekî qet nedihat hêvîkirin de ji çiçikan û ji daran riziq diherike, peyda dibe. Eger beşerê pirr-şerr (pirr-guneh) bi sûê îxtiyara xwe mudaxeleyê neke, belkî beriya ku rizqê fitrî biqede ew nav tê hawara wî candarî, nahêle ji birçîna mirin çêbibe. Nexwe, yên ji birçîna dimirin, eger beriya çil rojan bimirin bi qet‘î ne ji bê rizqî ye; belkî li gorî raza “terkul-‘adat mînel-muhlîkat” ji adeteke ku ji sûê îxtiyarê hatî û ji nexweşîneke ku ji terikandina adetê hatî çêbûye. Nexwe, dikare were gotin ku mirina ji birçîna nabe.    

   Belê, em şahid in û va ye dixuye ku tenasuba navbera rizq û îqtîdar û îxtiyarê (bijartinê) vajî ye. Wek mînak, çêlikek beriya bê dinyayê, di zikê diya xwe de, di wê dema ku ji hemû îqtîdar û îxtiyarê (bijartinê) mehrûm e de, rizq wisa jê re tê dayin ku hewce nake ku devê xwe bileqîne. Piştî wê, îca dema hat dinyayê, her çiqas dîsa karîn û bijartina wî tuneye, lêbelê ji ber ku piçekê îstîdada wê û hesteke wê ya di tesewurê bîlquwe de heye, êdî tenê bi hewceyiya hereketeke ku bi qasî devê xwe bidiyê, rizqeke herî mukemel, muxedî, hezma wê hêsantir, bi awayekî letîf û di fitreteke ecêba ecêb, ji muslixa çiçikan

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat