Lem‘eya Duwazdehemîn
(Bi munasebeta du pirsên cuz’î yên Re’fet Beg dê du nukteyên Qur’anê werin beyankirin.)
بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ
وَاِنْ مِنْ شَيْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
اَلسَّلاَمُ عَلَيْكُمْ وَعَلَى اِخْوَانِكُمْ وَرَحْمَةُ اللّٰهِ وَبَرَكَاتُهُ
Birayê min ê ezîz û siddiq Re’fet Beg!
Ev pirsên te yên di dema min a nemisaid de ez xistim rewşekî zor de. Ev herdu pirsên te yên vê carê çendan cuz’î ne; lêbelê ji ber ku bi du nukteyên Qur’anê re eleqedar in û pirsa we ya derbarê kureya erdê de behsa rexneya cografya û kozmografyayê ya heft tebeq erd û heft tebeq asîmanan dike, bi min gelek girîng hat. Ji ber wê çendê min li cuz’îbûna pirsê nenêrî û bi awayekî ilmî û kullî, derbarê du ayetên pîroz de wê “Du Nukte” bi kurtasî werin beyankirin. Tuyê jî hember pirsa xwe ya cuz’î behra xwe jê werbigrî.
NUKTEYA YEKEMÎN: Du Xal in.
Xala Yekemîn: Li gorî raza ayetên