Hezretî Aîşeya Siddîq (r.) dema Hezretî Pêxember (s.) dida nasandin, wisa tarîf dikirin:
خُلُقُهُ الْقُرْاٰنُ
Yanî, “Numûneya exlaqê xweş yê ku quran beyan dike, Muhemmed (s.) e. Û yê ku herî baş wî xweşexlaqî temsîl dike, û yê ku fitreten li ser wî xweşexlaqî afirî ew e.”
Ha va ye her yek ji ef‘al, ehwal, eqwal û hereketên zatekî wisa ji bo newê beşer bê çiqas layiq e ku di hukmê modelekê de be, wereng dîwan e jî dizanin ku ew bawermendên xafil yên ji umeta wî (yê ku ehemiyetê nadin suneta wî, yan jî yên ku dixwazin wê biguherîne) bê çiqas bedbext in.
Meseleya Sêyemîn: Resûlê Ekrem (s.) ji ber ku ji aliyê fitrî ve di rewşeke herî mutedil de û di sureteke herî mukemel de hatiye afirandin, hereketên wî û sekna wî li ser îtîdal û îstîqametê buhûriye. Siyerê seniyeya wî bi awayekî qet‘î nîşan dide ku, ew di her hereketa xwe de li ser îstîqamet û îtîdalê çûye û ji îfrat û tefrîtê xwe daye alîkî.
Belê, Resûlê Ekrem (s.) ji ber ku bi temamî li gorî fermana
فَاسْتَقِمْ كَمَا اُمِرْتَ
tevgeriya ye, di hemû kirin û gotin û ehwalê wî de bi sûreteke qet‘î îstîqamet dixuye. Mînak, wek çawa quweta aqliyeya wî ji xebawet û cerbezeya ku îfrat û tefrîta di hukmê fesad û zulmeta quweta aqliyeyê ye, berî bû û daîma ji aliyê hîkmetê ve ku hedê weset û medarê îstîqametê ye, tevdigeriya; ji tirsonekî û hêrsbûna ku fesad û îfrat û tefrîta quweta xedebiye ye, munezeh bû û quweta xedebiyeya wî bi şecaeta qudsî ku medarê îstîqamet û hedê wesetê ye, tevdigeriya; her weha ew ji xumûd û fucûra ku fesad û îfrat û tefrîta quweta şehewiye ye, museffa bû û quweta şehewiyeya wî daîma dawpaqijî (iffet) di dereceya masûmiyeteke zêde de ji xwe re kiribûye rêber. Û wekî wê… Di hemû suneta seniyeya xwe de, di ehwalê xwe yê fitrî de û di ehkamê şerîetê de hedê îstîqamet hilbijartiye û xwe ji îfrat û tefrîtê, ji îsraf û tebzîrê ku stem û zulûmat in, daye alî. Derbarê teferu‘atên vê heqîqetê de hezaran cildên kitêban de hatine nivîsîn. Li gorî raza
اَلْعَارِفُ تَكْفِيهِ اْلاِشَارَةُ
em ji deryayê dilopekê bes dibînin û vê behsê kurt dibirin.