NUKTEYA YAZDEHEMÎN
Sê mesele ne.
Meseleya Yekemîn: Jêderka suneta seniyeya Resûlê Ekrem (s.) sisê ne: Gotin û kirin û ehwalê wî ne. Ev hersê jî sê beş in: Feraîz, nêwafil û adetên wî yên spehî ne. Di beşa ferz û waciban de mecbûriyet heye, di terikandina wê de ezab û îqab heye. Her kes mukelef e ku peyrewiya wî bike. Di beşa newafilê de ehlê îmanê bi emrê îstîhbabî mukelef e. Lêbelê di terka wê de ezab û îqab tune. Di kirina wê de û di peyrewiya wê de xêrên mezin hene û guhorandina wê bid‘e ye, averêtî ye û xetayek mezin e. Heçî teqlîdkirin û peyrewiya adetên wî yên qedirbilind û hareketên wî yên spehî (mustehsen) ne, ji aliyê meslehetê ve, ji aliyê jiyana şexsî ve, jiyana new’î û civakî ve gelek mustehsen e. Lewra, wek çawa di her hereketeke wî ya normal de gelek faydeyên jiyanê hene, bi rîayetkirinê ew adab û ew adet dikevin şûna îbadetê de.
Erê, madem bi îtîfaqa dost û neyaran Zatê Ehmediye (s.) mezherê mertebeyên herî bilind ên exlaqê spehî ne. Û madem bîl-îtîfaq di nav însanan de zatekî herî navdar û herî bijarte ye. Û madem bi delaleta hezaran mû’cîzyan û bi şahidiya alema Îslamê ya ku wî teşkîl kirî û bi şahidiya kemalata wî û bi baweriya heqîqetên Qur’ana Pîroz a ku ew teblîxker û wergêrê wê ye ew însanekî kamil ê herî mukemel e û murşîdekî ekmel e. Û madem bi milyonan ehlê kemalê bi semereya peyrewiya wî di mertebeyên kemalatê de tereqî kirine, gihîştine bextewariya dinê û axretê.
Bêguman, suneta wî zatî û hereketên wî nimûneyên herî spehî ne û rehberên herî qewîn ên bên taqîbkirin in û qanûnên herî mukemel ên bên qebûlkirin in. Ew kes bextewar e yê di peyrewiya suneta wî de behra wî zêdetir be. Yê li pey suneta wî neçe; eger teraliyê bike xesareteke mezin e; eger negirîng bibîne cînayeteke mezin e, eger rexneya ku bêhna tekzîbê jê tê be, delaleteke mezin e.
Meseleya Duyemîn: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de ferman dike:
وَاِنَّكَ لَعَلَى خُلُقٍ عَظِيمٍ
Bi rîwayetên sehîh sehabeyên bijarte yên mîna