Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

de ye tê nivîsîn; eva han nîşan dide ku qelbê însanî dikare gerdûnê têxe hundirê xwe û dikare ewqas hezkirin hilgire.    

   Madem di fitreta mirovî de, li hemberî îhsan û cemal û kemalê îstîdadeke muhebetê ya wisa bêhed û bêhesab heye. Û madem bi eserên ku di gerdûnê de xuya dikin û her weha eşkereye û teheqûqa wê sabit e ku cemaleke muqedes a Afirînerê gerdûnê heye; bi nexşên sen‘etê ku di vê mewcûdatê de xuya dikin bivê-nevê sabitbûna wê tehequq dike ku kemaleke qudsî ya wî ya bêhed û bêhesab heye; bi cûreyên îhsan û nîmetên bêhed û bêhesab ên di candaran de xuya dikin û her weha bîlyeqîn û belkî bîlmuşahede heyîna wê teheqûq dike ku îhsanata wî ya bêhed û bêhesab heye. Bêguman ji wî însanê ku cami’tirîn û hewcedartirîn û mutefekirtirîn û muştaqtirînê zîşuûrane re, hezkirineke bêhed û bêhesab pêwist e. Belê wek çawa her însan musteidê hezkirineke bêhed û hesab a di hember wî Xaliqê Zulcelal de ye; ew Xaliq jî ji her kesî bêhtir musteheqê mehbûbiyeteke bêhed û hesab a di hember Cemal û Kemal û îhsana wî de ye.   Heta di însanê bawermend de hezkirinên cûrbecûr û eleqeyên wê yê zêde yên di hember jiyana wî, beqaya wî, wicûda wî, dinyaya wî, nefsa wî û mewcûdatê de hene ku ev hemû tereşuhên wê îstîdata hezkirina Xwedê ne. Heta ev hestên dijwar ên mirovî yên cûrbecûr teşeguhartinên (îstîhaleyê) wê îstîdata muhebetê ne û reşheyên wê ne ku ketine şeklên dî de. Wek tê zanîn, çawa keyfa însên ji seadeta wî re tê her weha keyfa wî ji seadeta wan kesên ku pêwendiya wî bi wan re heye re jî tê. Wek çawa ji wî kesê ku ew ji belayê rizgar kiriye hez dike, eynen wisa ji wî kesê ku hezjêkerên wî jî ji belayê rizgar kirine jî hez dike.    

   Va ye ji ber vê haleta rûhiyeyê, eger însan ji nav wan cûrbecûr qenciyên Xwedê yên ji her însanî re hatî dayîn de tenê vê bifikire ku: “Afirînerê min wek çawa ez ji edema ku zulûmata ebedî ye, rizgar kirime û di vê dinyayê de dinyayeke xweş daye min, dema ecelê min bê, wê dîsa min ji edem û mehwê, ku îdama ebedî ne, rizgar bike û di alemeke herûher (baqî) de, wê alemeke ebedî û gelek bişe‘şe‘e bide min û wê taybetmendî û hestên zahirî û batinî yên ku karibim bi wan ji hemû cûre lezet û mehasinên wê alemê de ne îstîfade bikim û tê de cewelan û tenezuh bikim bide min û her weha wê hemû xizm û dost û binemala min jî mezherê wan qenciyên wisa bêhed û bêhesap dike û ew qenciyana, ji aliyekê ve dibin ji bo min. Lewra ez bi seadeta wan

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat