Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

dermanên gelek menfeetdar hene û min zaniye ku meseleyên dî yên felsefî û xudan-hîkmet cihê wan nagrin û ez îlan dikim ku min bixwe ev hîs kiriye û min di Rîsaleyan de hinekî daye hîskirin. Yên di vê doze de dudiliyên wan hebe bila serî li parçeyên Rîselyên Nûrê bidin û lê binêrin.    

   Va ye heta mirov karibe mirov hewl bide ku peyrewiya suneta seniyeya vî zatî bike, çiqas faydeya wê heye, ji jiyana ebedî re çiqas seadetmend e, ji vê jiyana dinyayê re çiqas faydeya wê heye, bila bê qiyaskirin.

   NUKTEYA NEHEMÎN

   Tebaiyeta bîlfîîl a bi temamî ya her cûreyên suneta seniyeyê ancax ji exasê xasan re muyeser dibe. Ne bîlfîîl jî be, lê ji her kesî tê ku bîniyet û bilqesd û terefdaranê û îtîzamkarane wê bixwaze. Di beşên wê yên ferz û wacib de jixwe mecbûriyeta peyrewiya wan heye. Di terka suneta seniyeya musteheb a di ubûdiyetê de guneh nebe jî windakirina xêra mezin heye. Di guhartina wê de xetayeke mezin heye. Heçî suneta seniyeya ku di adet û muameleyan de ye, hinde yek peyrewiyê bike ew adet dibin îbadet. Neke jî, gazind tune. Bes, îstîfadekirina wî ya ji nûra adabên girîng a Hebîbullah kêm dibe. Ku di ehkamên ubûdiyetê de mirov hin îcadên nû derxîne ev bid‘e ye. Bid‘e jî ji ber ku dijberê raza

اَلْيَوْمَ اَكْمَلْتُ لَكُمْ دِينَكُم

ê ye, merdûd e. Bes, di terîqetê de, eger ji cûreyên ewrad û ezkar û meşreban be û bi şertê ku eslê wan ji Kitêb û sunetê hatibe wergirtin, her çiqas di awayên cuda cuda û di sûretên cuda cuda de jî bin, bi şertê ku ne muxalifê esasên suneta seniyeya ku muqerer e bin û wan neguhorin wê demê ne bid‘e ne. Lêbelê hinek ehlê ilim beşeke wan xistine nav bîd’eyan, bes navê “bîd‘eya hesene” li wan kirine. Îmamê rebbanî Mucedidê Elfê Sani (r.) dibêje ku:    

   “Min di seyr û sulûka rûhanî de didît ku: Ew peyvên ku ji Resûlê Ekrem (s.) hatibûn rîwayetkirin nûranî ne, bi tîrêjên suneta seniyeyê dibiriqin. Dema min wird û halên xurt û rewnaq ên ne ji wî hatibûn rîwayetkirin didît, li ser wan ew nûr nebû. Rewneqtirîna vê beşê nediket hemberî hindiktirîna ya pêşî. Min ji vê çendê zanî ku tîrêja suneta seniyeyê îksîrek e. Hem ew sunet besî wan kesan e yên nûrê dixwazin, hewce nake ku li derve li nûrê bigerin.”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat