Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

bi mirina min re pişta xwe didin min û terka min dikin, ez hêlam tenê. Rûhê min ber bi ayendeya ebedê ya ketî sûretê deryayekê ve dihat ajotin. Pêwist bû ku bivê-nevê min xwe biavêtaya wê deryayê.    Va ye ku ez di wê rewşa bikovan de bûm, bi alikariya ayeta “

فَاِنْ تَوَلَّوْا فَقُلْ حَسْبِىَ اللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ عَلَيْهِ تَوَكَّلْتُ وَهُوَ رَبُّ الْعَرْشِ الْعَظِيمِ

ya ku ji îman û Qur’anê hatî li hawara min hat û bû wek keştiyeke gelek biewle û biselamet. Rûh bi emniyeteke tam û bi dilxweşiyeke tam ket nava wê ayetê. Belê, min zanî ku ji xeynî maneya eşkere, maneyeke îşarî jî ya vê ayetê (heye û) ez teselî kirim ku ez sakîn bûm û sekînet da min.    

   Belê, wek çawa maneya wê ya eşkere ji Resûlê Ekrem Aleyhîselatû wesselam re dibêje: “Eger ehlê delaletê pişta xwe bidin te û berê xwe ji şerîet û suneta te wergerînin û li Qur’anê guhdarî nekin, mereqan mexwe, ! Û wisa bibêje:    “Xwedê Teala besî min e. Ez tewekula xwe datînim ser wî. Wê di şûna we de yên ku tebaiyetê bikin bîne. Textê selteneta wî her der dorpêç kiri ye. Ne isyanker dikarin ji sînorê wî baz bidin û ne jî yên hawara xwe bigihîni wî bê alîkarî dimînin!” Eynen wisa jî bi maneya xwe ya îşarî wisa dibêje:   

    “Ey însan û ey serokê însanî û murşidê wî! Eger hemû mewcûdat dest ji te berdin û di riya fenayê de herin ‘edemê, eger candar ji te veqetin û di riya mirinê de bibezin, eger însan terka te bikin û herin goristanê, eger ehlê xeflet û delaletê guhê xwe nedin te û têkevin nav tarîtiyê, mereq meke! Wisa bibêje: Xwedê besî min e, madem ew heye her tişt heye. Nexwe yên çûyîn neçûne edemê. Diçin diyareke wî yê din. Û xwediyê wî erşê ‘ezîm wê ji dêl wan ve ji leşkerên xwe yên bêhed û bêhesab hinên dî bişîne. Û yên ketî goristanê de mehû nebûne, diçin alemek din. Ji dêl wan wê hin wezîfedarên din bişîne. Û ji dêl wan yên ketî delaletê de dibe ku hinek bendeyên xwe yên îtaetkar ên riya heq bişopînin, bişîne. Madem wisa ye, ew bedêlê her tiştî ye.    Tiştên heyîn hemû nikarin têkevin şûna tewecuheke tenê ya wî!”   

   Va ye, bi wasîteya vê maneya îşarî, ew hersê cenazeyên bidehşet ku tirseka zêde didane min, ketin rengekî din. Yanî: Eva hanê seyr û seferek û terxîs û tewzîfeke di sûretê seyeraneke hîkmet-nûma, cewelaneke îbret-nûma û geşteke wezîfedarane ya di bin tedbîr û rubûbiyeta zatekî Zulcelal ê hem Hekîm, hem Rehîm, hem Dadwer, hem Qedîr de û di nav hîkmet û rehmeta wî de ye ku gerdûn wisa li hev dikeve, diçe û tê.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat