Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Va ye wê demê min dît ku: Meseleyên suneta seniyeyê, heta her yek adabên wê yên biçûk, min wisa didîtin ku herwekî pisûleyên xwedî-qiblename yên ku di keştiyan de di nav riyên bêhed û bêhesab zererdar û tarî de rê nîşan didin. Hem di wê geşta rûhî de, wê dema ku min xwe di tengaviyeke zêde, herwekî min barên gelek giran barkiribûn de didît, wê demê hinde min teba‘iyeta meseleyên sunetê seniyeyê yên ku temasî wê weziyetê dikin dikir, herwekî hemû giraniyên min dibirin, wisa min xwe sivik hîs dikir. Bi vê teslîmbûnê ez ji dudiliyan, ji wesweseyan û ji endîşeyên wek “gelo mirov wisa tevbigere heq e, meslehet e?” rizgar dibûm. Kengê min destê xwe jê kişandî be, min lê dinêrî: Gelek tengavî hene. Gelek riyên ku nayên zanîn ka bi ku ve diçin, hene. Bar, giran e, ez jî aciz im. Nêrîna min kurt û rê jî tarî. Çi dema ku ez xwe bi sunetê ve girêbidim min haleteke wisa hîs dikir ku herwekî rê ronî bibe, riya selamet bixuye, bar sivik bibe, tengavî rabe. Aha min di wan demên xwe de hukmê Îmamê rebbanî bîlmuşahede tesdiq kir.

   NUKTEYA ÇAREMÎN

   Wextekî min xwe di alemeke gelek ecêb a ji haleteke rûhiye dihat de dît ku ew (halet) jî ji rabiteya mewtê, ji baweriya ku di qeziyeya

اَلْمَوْتُ حَقٌّ

ê û ji zewal û fenayê dihat. Min dît ku: Ez cenaze me, ez li ber sere sê cenazeyên mezin û muhîm rawestiya me.    

   Yek ji wan: Ez dişûna kêla cenazeyê manewî yê hemû wan mexlûqatê candar de me ku bi jiyana min re eleqedar in û ketine gora raboriyê de.    

   Ya Duyemîn: Ez nuqteyek wisa me ku zû têm jêbirin û mûriyeke wisa me ku zû dimirim a di rûyê vê sedsalê ya ku ew bixwe kêl e, ku ew kêl di ber serê cenazeye mezin a goristana raboriyê ye.. Ku hemû cûreyên candaran ên di vê goristana dinyayê de ne bi jiyana însanan ve eleqedar in tê de veşartî ne.    

   Ya Sêyemîn: Ji ber ku mirina vê gerdûnê ya di wextê qiyametê de muheqeq-ul wiqû’e li ber çave min bû herwekî çêbûyî. Min xwe wisa dît ku ez ji ber xirêna wî cenazeyê mezin di nav dehşetê de me û ji wefata wê di nav beht û heyretê de me; û digel vê çendê, mirina min a pêjerojê ya ku ew jî muheqeq-ul wiqû’e, wê demê herwekî çêbûyî min dît û bi raza

فَاِنْ تَوَلَّوْا

(îla axîr), hemû mewcûdat, hemû mehbûbat,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat