Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

kiribû bişo, got qey ew dohnê gazê yê di misînî de av e, bi niyeta paqijkirinê li her derê mizgeftê reşand. Gelek ecêb e ku bêhna wê seh nekiribû. Nexwe mizgeft bi lîsanê hal ji Mustefa Çaçwîş re dibêje: “Ew dohnê te yê gazê ji me re ne pêwist e. Ji ber wê şaşiya ku te kiriye min dohnê te yê gazê qebûl nekir.” Da ku vê îşaretê bide, ew bêhn li wî merivî nehat bihîstin. Heta di wê hefteyê de, şeva înê û di çendik nimêjên girîng de, ewqas hewl dida jî lê nedigîhiş cemaetê. Paşê poşman bû û îstîxfarek cidî kir, sefweta xwe ya eslî dît.

   Mustefayê Duyemîn: Şagirtekî min ê bi navê Mustefa ê hêja û jêhatî û girîng ê li Kuleoniyêye û Hafiz Mustefayê hevalê wî yê gelek dilsoz û fedakar e, (r.). Piştî eydê ji bo ku ehlê dinyayê tengasiyê nedin me û bêzariyê (fitûr) nedin xizmeta Qur’anê, min xeber şandibû û gotibû ku bila niha neyên. Eger bên jî bila yeko yeko bên. Halehal, di şevekê de sê zilam bi hev ra hatin. Eger hewa xweş bûya niyet hebû ku beriya spêdeyê çûbûna. Bi awayekî ku heta wê demê çênebûyî, hem Mustefa çawîş, hem Suleyman Efendî, hem min, hem wana me mitaleya tedbîreke zahirî nekir, bi me hat jibîrkirin. Her yek ji me, me bi hêviya yê dî ve hişt û me bêîhtiyatî kir. Ew beriya spêdeyê çûn. Bagereke du saetan ew wisa li ser hev dane ber sîleyan ku; ez tirsiyam ku ew ji vê bagerê nafilitin. Hetanî wê demê, di zivistanê de ne bagerek wisa çêbûbû, ne jî dilê min ewqas bi yekî şewitî bû. Paşê min ê Suleyman wek cezayê bêîhtiyatiyê li pey wan re şandiba da ku selametiya wan zaniba. Mustefa Çawîş got: “Ew biçe wê ew jî bimîne. Pêwist e ez jî li pey wan herim û li wan bigerim. Li pey min jî pêwist e Evdilah Çawîş bê.” Me di vê xisûsê de got:

تَوَكَّلْنَا عَلَى اللّٰهِ

û em li bendê mayîn.

   Pirs: Tu ji wan musîbetên ku hatine serê dostên te yên xas re esera sîleyê dibêjî û tu wisa dihesibînî ku ew ji aliyê bêzariya xizmeta Qur’anê ve îtabek e. Halehal ewên ku bi rastî neyartiya we û neyartiya xizmeta Qur’anê dikin tiştek bi wan nayê. Çima sîle li dostan dikeve, tiştek bi neyarî nayê?    Bersiv:    Li gorî raza

اَلظُّلْمُ لاَ يَدُومُ وَالْكُفْرُ يَدُومُ

yê: Şaşiyên dostan, ji ber ku di xizmeta me de dibe cûreke stemê, zû cezayê xwe dibînin. Sîleyeke şefqetê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat