Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

min di xizmeta Qur’anê de belav dikirî de bûm, ez di taxa me de melayê mizgeftê bûm. Bi niyeta ku kincên xwe yên ilmî û şaşê li xwe kim, min bi awayekî demkî bêzarî (fitûr) da xizmetê û bi nezanî min xwe da alî. Min dijberê mebesta xwe sîleyeke şefqetê xwar. Digel wê çendê ku min heşt-neh mehan melatî jî dikir, digel ewqas sozên muftî jî, bi awayekî fewqulade min nekarî şaşa xwe girê bidim. Ji min re guman nema ku ew sîleya bişefqet ji wê qusûrê hat. Ez hem muxatebekî Ustadê xwe bûm hem jî musewidekî wî. Ji ber ku min xwe dabû alî, wî di mijara teswîdê de tengî kişandibû. De ka… Dîsa şukir ku: Me qusûra xwe fêm kir û me zanî ka ev xizmet çi qeder qudsî ye û me ewleyiya xwe li wê çendê anî ku li pişta me Ustadekî wekî melekê siyanetê yê wekî Şahê Geylanî heye.

Hejartîrnê Ebdan

Hafiz Xalid

 

   YA ÇARDEHEMÎN: Sê sîlekok in, ku sê Mustefayan xwarine.

   Ya Pêşîn: Mustefa Çawîş (r.) ev heşt sal bûn ku xizmeta mizgefta me ya biçûk a taybet dikir; hem ji sobeya wê re, hem ji dohnê wê re heta niftika wê… Heta paşê me zanî ku ev heşt sal bûn ku wî dohnê wê û niftika wî ji kîsê xwe dikirî. Karekî wî yê gelek zerûrî nebûya ew ji cemaetê şûnde nedima, nexasim di şevên îniyan de… paşê ehlê dinyayê ji safîtiya dilê wî sûd wergirtin û wisa gotin: “Wê destê xwe bavêjin Hafizê nivîskarê Peyvan. Hem bila bi awayekî demkî banga veşarî bê terikandin. Tu ji nivîskarî re bêje beriya ku zoriyê bibîne bila şaşikê ji xwe bixe.” Wî nedizaniya ku ji yekî yê di xizmeta Qur’anê de ye re teblîx were kirin ku da ew şaşika xwe ji xwe ke, (eva hanê) ji yên ruhbilind ên wekî Mustefa Çawîş re gelek giran e. Gotina wan teblîx kiribû. Wê şevê min di xewnê de didît ku destên Mustefa Çawîş qirêj bûn, li pey qeymeqamî hat oda min de. Roja dîtir min jê re got: “Mustefa Çawîş, te îro bi kê re hevdîtin kir? Min tu dîtî ku destê te wisa pîs bû û tu li pey qeymeqamî bûyî.” Got: “Heywax! Muxtar gotinek wisa gote min, û got ji nivîskarî re bêje. Min nezanî ka di pişt wê de çi heye.”

   Hem di wê rojê de nêzî weqiyekê dohnê gazê anibû mizgeftê. Wê rojê derî mabû vekirî, ku tiştek wisa çênebûbû. Karikek ket hundirû, mirovek mezin hat, da ku wê pîsiya karikê ya nêzî secadeya min

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat