Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ber çavê ehlê dinyayê mewqiyekê bi dest bixe, mamostetiya bid‘eyeke gelek girîng girt ser xwe. Şaşiyeke ku bitemamî dijberî mesleka me ye, kir. Sîleyeke şefqetê ya gelek dijwar xwar. Bi bûyereke wisa re rûbirû ma ku şerefa xanedana wî tarûmar bike. Bes, heyf û mixabin, Hafiz Zûhdiyê Biçûk, her çiqas qet sîle heq nekiribû jî ew rûdana dilşewat temasî wî jî kir. Belkî -înşellah- dê ew bûyer, ji bo ku qelbê wî ji dinyayê xilas ke û bitemamî bide Qur’anê jê re bikeve şûna emeliyateke cerahî ya feydedar.

   YA DEHEMÎN: Ew merivê ku navê wî Hafiz Ehmed (r.) bû. Ev zat du salan bi awayekî teşwîqkarane di nivîsandina Rîsaleyan de cî girtibû û sûd jê werdigirt. Paşê ehlê dinyayê ji damareke wî ya qels sûd wergirt. Wê şewqê zirar dît. Bi ehlê dinyayê re têkilî danî. Ku bi wê çendê ji ehlê dinyayê zererê nebîne, hem gotina xwe bi wan bide kirin û wek mewqiyekê bi dest bixe û debara wî ya ku ne baş bû hinekî baş bibe. Va ye ji ber wê bêzarî û zerera ku di rûyê wê de hatî xizmeta Qur’anê du sîle xwarin. Yek; digel destengiya wî ya aborî pênc nefs dî jî ketin ser da, perîşaniya wî zêde bû. Sîleya duyemîn: Ew merivê ku ji cihet şeref û heysiyetê ve wisa hesas û heta ku nedikariya rexne û îtîraza yekî ragirta, bi nezanî ew kesên desas ji xwe re wisa kirin perde ku şerefa wî ket di bin lingan de, ji sedî nodê wê winda kir û wisa kir ku ji sedî nod însan bikevin eleyhiyê wî de. De ka… Xweda wî efî bike, Belkî înşellah dê ji ber vê hişyar bibe, dê dîsa hinekî vegere ser xizmeta xwe.

   YA YAZDEHEMÎN: Dibe ku rizaya wî nebe, ji ber wê nehat nivî­sandin.

   YA DUWANZDEHEMÎN: Mamoste Xalib e (r.). Belê ev zat di tebyîza Rîsa­leyan de bi dilsozone û teqdîrkarane gelek xizmet kir û li hember tu muşkileyan qelsî nekir. Piraniya rojan dihat, bi şewqeke tam guhdarî dikir û îstînsax dikir. Paşê di berdêla sîh lîre ucret de Rîsaleya Peyvan û Rîsaleya Nameyan tevde nivîsîn. Mebesta wî ew bû ku di dar û diyarê xwe de belav ke û hem xelkê xwe tenwîr bike. Paşê di encama hin fikran de, wek tesewur dikir Rîsale belav nekir, di sindoqê de hêlan. Ji nişka ve ji ber bûyereke dilsoj salekê xem û keder kişand. Ji dêl çendik neyarên resmî yên ku wê ji ber belavkirina Rîsaleyan bibana dijminên wî, gelek neyarên zalim û bêwîjdan jê re çêbûn; hin dostên xwe jî winda kirin.

   YA SÊZDEHEMÎN: Hafiz Xalid e (r.). Ew bixwe dibêje: “Erê, ez li xwe mukir têm ku, wê dema ku ez di teswîda berhemên ku Ustadê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat