Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

re rûbirû mayî me. Ez mecbûr bûbûm ku têkilî mirovên xwedbîn û qure bibim. Ji ber wê çendê -Xwedê li min bibore- ez bi awayekî muruwetkarane mecbûrî şalûsî û durûtiyê jî dibûm. Ustadê min gelek caran ez hişyar û tenbî azar dikirim. Çi heyf ku min nedikarî xwe xilas bikim. Hal bi hal şeytanê cinî û yê însî ji vê rewşa min a zidê ruhê xizmeta Qur’ana Pîroz e, sûd werdigirt; digel vê çendê sarî û bêzariyek dida xizmeta me jî.

   Ha ji ber van qusûrên xwe, min sîleyek dijwar -lê înşellah bişefqet- xwar. Guman ji me re nema ku ev sîle ji ber wê qusûrê hatiye. Ew sîle jî ev e: Ev heşt sal bûn ku ez hem muxatebê Ustadê xwe bûm hem jî musewid û mubeyizê wî, lê digel wê çendê jî min nikaribû ku bi qasî heşt mehan ji Nûran îstîfade bikira. Em ji ber vê rewşê ecêbmayî man. Ez jî û Ustadê min jî, me digot “çima ev wisa çêdibe?” û em li sebeban digeriyan. Niha bi awayekî qet‘î qinyat ji me re çêbû ku ew heqîqetên Qur’anê nûr in, ziya ne. Nikare li ba tarîtiyên tesenû’ û temelûk û tezelûlê bimîne. Ji ber wê çendê, maneya heqîqetên van Nûran herwekî xwe ji min dûrbikin, ji min kovî bibin, kovî diman. Ez duayan ji Cenabê Heq dikim ku: Ji niha û pê de Xwedê îxlaseke layiqî wê xizmetê bide min, min ji tesenûa ehlê dinayê û ji durûtiyê xilas ke. Di serî de Ustadê min, ji birayên xwe rica dikim ku ji min re dua bikin.

Pirr-qusûr

Hafiz Tewfîqê Şamî

 

 

  YA HEŞTEMÎN: Seyranî ye. Ev zat jî wekî Xusrew şagirdekî min ê muştaqê Nûrê bû û yekî bidîrayet (xweragir) bû. Min fikrên şagirdên xwe yên li Ispartayê derbarê tewafuqatê ya ku kilîdeka esrarê Qur’anê ye û mifteyeke girîng a ilmê cifrê ye de, îstîmzac kir. Ji bil wî yên dî bi şewqeke tam beşdar bûn. Ew zat, ji ber ku di fikreke din û di meraqeke din de bû, hem tevlî vê fikra min nebû, hem xwest ku min ji wê heqîqeta ku ez bi qet‘î dizanim bide alî. Ji min re nameyeke ku bi rastî min eciz bike nivîsî. Min got “heywax! Min ev şagirdê xwe ji dest xwe derxist.” (wî) sîleyeke şefqetê xwar. Nêzî salekê di xelwetxaneyekê (yanî di girtîgehê) de ma.

   YA NEHEMÎN: Hafizê Mezin Zuhdî ye. Ev zat di wê dema ku wek nazirekî li ser serê Şagirtên Nûrê yên di Gelawêjê bû de, şerefa manewî ya wan şagirdan kêm dît ew şagirdên ku lipeyçûna suneta seniye û xwejêvedana bid‘eyan ji xwe re kirine pîşe û bi mebesta ku li

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat