Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Min Xulûsî beg wekî xwe zanî, ez ji dêl wî ve axivîm. Heqî Efendî jî eynen wekî wî ye. Eger ne raziyê bervedariya min be, bila ew bixwe sîleya xwe binivîse.

   YA ŞEŞEMÎN: Bekîr Efendî ye. Ji ber ku ew niha ne li vir e; min wek çawa bervedariya birayê xwe Evdilmecîdî kir, li ser îtîmada min a îtîmad û dilsoziya wî û li ser hukm û zanînên hemû dostên xwe yên xas ên wekî Hafizê Şamî û Suleyman Efendî dibêjim ku: Bekir Efendî Peyva Dehemîn çap kir. Berî ku herfên nû derbikevin me Peyva Bîst û pêncê ya derbarê î‘caza Qur’anê de ji bo ku çap bike jê re şand. Me jê re nivîsî ku ‘wek çawa me buhayê çapxaneyê ya Peyva Dehemîn şandiye emê wê jî bişînin’. Bekir Efendî li xizaniya halê min fikirî û ji xwe re wisa got: “Buhayê çapxaneyê çarsed banknot e û dibe ku Seyda razî nebe ku ez ji kîsî xwe bidim”, bi vî awayî nefsa wî ew xapand, nehat çapkirin. Zerareke mezin a xizmeta Qur’anê çêbû. Piştî du mehan nehsed lîre yên wî ketin destê dizan. Sîleyeke bişefqet û dijwar xwar. Înşllah ew nehsed lîreyên xisar bûyî, dê bikeve şûna sedeqeyê.

   YA HEFTEMÎN: Hafiz Tewfîqê Şamî ye. Ew bixwe dibêje: Erê, ez lixwe mukir têm ku: Bi nezanîna min û bi fikirîna min a şaş hin hereketên min ên ku di xizmeta Qur’anê de ne bibe sedema bêzarbûnê çêbûn ku sebeb wan hereketana min du sîleyên şefqetê xwarin. Guman ji min re neman ku ew sîle ji wî aliyî ve hatin.

   Ya Yekemîn: Hemd bo Xwedê, xeteke wisa ya Erebî ji min re hatibû dayin ku hinekî ji Qur’anê re munasib bû. Ustadê min serê pêşî sê cizûk bi min dan nivîsandin û li ser hevalên min belav kir. Îştiyaqa nivîsandina Qur’anê, arzûya min a xizmeta tebyîz û teswîda Rîsaleyan şikand. Hem helwesteke min a quretiyê çêbû ku ez ser hevalên xwe yên dî yên ku xetê Erebî nizanibûn bikevim. Heta, dema Ustadê min behsa tedbîreke derbarê nivîsê de ji min re dikir min wisa digot: “Ev kar aidê min e.” Her weha min bi awayekî qure wisa digot: “Ez vê dizanim, hewcedariya min a dersê tune.” Va ye ji ber vî xetayê min, min sîleyeke ku qet ne li bîra min de bû û fewqulade xwar. Ez negiham birakî xwe Xusrew ê ku ji hemûyan kêmtir xetê Erebî dizanî. Em hemû ecêbmayî man. Niha me zanî ku ew sîleyek e.

   Ya Duyemîn: Ez li xwe mukir têm ku: Du rewşên min hebûn ku xizmeta Qur’anê ya bi îxlaseke tam û ya lîwechîllah îxlal dikir. Min sîleyeke dijwar xwar. Lewra ez li vî diyarî di hukmê biyaniyan de me, ez biyanî me. Hem bila nebe gilî, ji ber ku min rîayetî îqtîsad û qenaetê nekir ku ev herdu distûrên girîng ên Ustadê min bûn, ez bi xizaniyê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat