Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ya ji aliyê axreta xwe ve şaşî kir. Min daxwazake wisa kir ku bêzariya xizmetê bide. Min sîleyeke şefqetê, bes yekî dijwar û xudan-kefaret xwar. Wisa: Ustadê min ji ber ku ne alîgirê îcadên nû (Haşiye) bû, min ji xwe re wisa got: Mizgefta min cîranê wî ye; eve sêmeh tên, eger ez dest ji mizgefta xwe berdim hem ezê ji xêra zêde mehrûm bibim hem jî wê xelkê taxê bielimin nimêjnekirinê. Eger ez li gorî usûla nû nekim, ezê bêm astengkirin. Ha li ser vê îctîhadê, min xwest ku ew Ustadê min ê ku ez bi qasî ruhê xwe jê hez dikim bi awayekî demkî biçe diyareke dî. Min nizanibû ku eger ew cihê xwe biguhêre, biçe diyareke dî, wê di xizmeta Qur’anê de bêzariyeke demkî çêbibe. Tam di wan deman de min sîle xwar. Min sîleyeke şefqetê xwar, lêbelê ew sîle wisa dijwar bu ku ev bû sê meh, lê hê jî hişê min nehatiye serê min. Bes hemd ji bo Xwedê, bi îxbara qet‘î a Ustadê min, jê re hatiye îxbarkirin ku em ji dilovaniya Xwedê ûmîdwar in ku her deqîqeyeke wê musîbetê di şûna rojeke îbadetê de ye. Lewra ew şaşî ne ji xerezê dihat. Ew xwestin sirf ji fikirkirina axreta min hat.”

   YA PÊNCEMÎN: Heqî Efendî ye. Ji ber ku ew ne li vir e, wek çawa min bervedariya (wekaleta) Xulûsî kiribû, ez ji wî re jî bervedariyê dikim û dibêjim ku: Heqî Efendî di wê dema ku wezîfeya xwe ya şagirdiyê tam biheq îfa dikir de, qeymeqamekî bêexlaq hat. Hem ji bo ku zirar negihîje Ustadê wî û hem jî zirar negihîje wî, ew tiştên ku nivîsîbûne veşart. Bi awayekî demkî terka xizmeta Nûrê kir. Ji nişka ve dozeke ku ‘dihat maneya sîleyeke şefqetê’ lêhat vekirin û bû mukelefê dayîna hezar lîreyî. Salekê di bin wê gefê de ma. Hetanî hat, me li vir hev dît, di vegera xwe de kete wezîfeya şagirdiya xizmeta Qur’anê. Hukmê sîleya şefqetê rabû, hat tebriyekirin.

   Piştre, wezîfeyek kete ser milê şagirdan ku Qur’anê bi awayekî (Haşiye) nû binivîsin. Behra Heqî Efendî jî hat dayîn. Bi rastî ew li behra xwe xwedî derket. Cuzûkek xweşik nivîsî, bes ji ber derdê debarê xwe mecbûr qebûl kir û bi awayekî nihênî (veşarî) kar kir ku wekîlê daweyê (abûqatê dozê) bike. Ji nişka ve sîleyeke dî ya şefqetê xwar. Ew tiliya wî ya ku qelem digirt bi demkî şikest. Bi lîsanê manewî jê re hişyarî hat ku bi vê tiliyê hem kirina bervedariya daweyê hem jî nivîsîna Qur’anê çênabe. Ji ber ku me teşebusa wî ya bervedariya daweyê nedizanî, em ji ber tiliya wî ecêmayî diman. Paşê hat zanîn ku: Xizmeta Qur’anê ya pîroz û safî nexwastiye ku wan tiliyên gelek paqij û yên xasî wê bixwe ye, têkilî karên dî bike. Deka çilo be…

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat