Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

çêtir be.” Dîsa li min wisa hat ku ez fikra xwe tenê bikim. Min got: “Eman! Bila kes neyê.” Dîsa ji wê menfayê wek mişextiya (surgûna) sêyemîn ez hatim şandin bo Barlayê. Li Barlayê jî çi dema ku bi min de bêzarî çêbibe, mitaleya nefsa xwe tenê ketibe bîra min, (wê demê) marekî, munafiqekî ehlê dinyayê museletî min bûye. Ez dikarim heştê bûyerên ku di van heşt salan de hatine serê min ji we re bêjim. Ji bo ku ez we bêzar nekim, ez kurt dikim.

   Birano! Min sîleyên şefqetê yên ku hatine serê min got. Eger destûra we hebe û hûn heqê xwe helal bikin, ezê sîleyên şefqetê yên ku hatine serê we jî bêjim, bila dilê we nemîne. Yê dilê wî bimîne, ez navê wî eşkere nakim.

   YA DUYEMÎN: Birayê min ê heq Evdilmecîd ê şagirdê min ê pêşî û serdeste û fedakar li Wanê xaniyekî wî yê xweş hebû. Halwextê wî xweş bû û mamoste bû. Bêyî daxwaza min teşebus hatibû kirin ku ez herim ser sînor, ku ew der ji xizmeta Qur’anê re çêtir bû, lêbelê wî li gorî îctîhada xwe û qaşo ji boyî faydeya min îştirak nekir û erê nekir. Qaşo eger ez çûbûma ser sînor hem wê xizmeta Qur’anê ne bê siyaset bûya û ne wê safî bûya, hem jî wê ew ji Wanê derxistibana; ji ber wê çendê wî îştîrak nekir. Sîleyeke şefqetê ya bi eksê mebesta xwe xwar. Hem ji Wanê, hem ji xaniyê xwe yê xweş, hem ji diyarê xwe veqetiya; mecbûr ma ku here Erxeniyê.

   YA SÊYEMÎN: Xulûsî Beg ku endamekî gelek girîng ê xizmeta Qur’anê ye, dema ji Egîrdirê diçû welatê xwe, ji ber ku esbabê ku bextewariya dinyayê tam lê bide tamkirin û jê re bide te’mînkirin hebû û hin sebebên ku bêzariya xizmeta Qur’anê ya ku sirf axretî ye çêbike, hatibû amadekirin. Lewra gihîştibû dê û babê xwe yê ku ev demeke zêde bû ku hevdu nedîtibûn, hem diyarê xwe dît, hem ji ber ku bi awayekî xudan-şeref û xudan-rutbe çû wir, dinya jê re keniya û jê re xweş hat nîşandan. Halehal, ew kesê ku di xizmeta Qur’anê de be, yan divê dinya jê bixeyîde, yan jî divê ew ji dinyayê bixeyîde; ta ku bi îxlas û bi cidiyet di xizmeta Qur’anê de be.

   Va ye çendan dilê Xulûsî layetezelzel (qewîn) bû, bes ji ber ku vê rewşê ew sewqî bêzariyê kiribû sîleyeke bişefqet xwar. Hin munafiq tam du salan museletî wî bûn. Tama dinyayê jî lê herimandin. Hem dinya jê xeyidandin, hem ew ji dinyayê xeyidandin. Wê demê xwe tam û bicidiyet da wezîfeya manewî.

   YA ÇAREMÎN: Hafiz Ehmedê Muhacir e. Ew bixwe dibêje: “Erê ez li xwe mukir têm ku: “Min di xizmeta Qur’anê de, di îctîhada xwe

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat