Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Bûyerên vê beşa dawî gelek in, hem gelek dirêj e (Haşiye) Emê wê bo demeke bi paş ve bixin û behsa beşeke sêyemîn ku siviktirîna wê ye, bikin.

   Beşa sêyemîn eve ye ku: Dema ew kesên ku bi awayekî xalis di xizmetê de dişxulin bêzar bûn, sîleyeke şefqetê dixwin, hişyar dibin û dîsa dikevin nav xizmetê. Bûyerên vê beşê ji sedî zêdetir in. Bes ji bîst bûyeran sêzdeh-çardehan sîleyên şefqetê xwarine, şeş-heftan jî sîleya zecrê dîtine.

   YA YEKEMÎN: Ev Seîdê belengaz e. Çi dema ku ez bêzar dibim û dibêjim “min çi jê!” û bi karên xwe yên taybet ve mijûl bibim, min sîle xwariye. Hem jî qinyat ji min re çêbûye ku min ji xemsariya xwe sîle xwariye. Lewra kîjan meqseda min ez sewqî xefletê kiribim, min bi eksê wê sîle dixwar. Hinde min bala xwe da sîleyên şefqetê yên ku birayên min ên dî yên xalis xwarine, wana jî wekî min ji ber kîjan meqsedê xemsarî kiribin bi eksa wê, sîleyên şefqetê xwarine; ji vêya bo me qinyat çêbû ku ew bûyerana ji kerametên xizmeta Qur’anê ne.

   Wek mînak: Ev Seîdê belengaz li Wanê heta ku bi dersên heqîqeta Qur’anê ve mijûl dibûm, di dema bûyerên Şêx Seîd de hikûmeta dilwaswas bi tu aliyan ve têkilî min nebû û nekarî têkilî min bibe. Çi dema ku min got: “Min çi jê?” û min hizra nefsa xwe kir, ji bo ku axreta xwe rizgar bikim min xwe da dereke wek şikefteke xerabe ya çiyayê Erekê; wê demê bêyî sebeb ez girtim û nefî kirim. Ez anîme Bûrdurê. Li wir hetanî ez di xizmeta Qur’anê de bûm -wê demê gelek hay ji mişextiyan (surgûnbûyî) hebûn, her şev mecbûr bûn ku îsbata wicûdê bikin jî- ez û şagirdên xwe yên xalis ji derveyî vê (mustesna) man. Tu deman ez neçûm îsbata wicûdê, min hikûmet tu hesab nekir. Waliyê wir dema Fewzî Paşa hatibû wêdê gili yê min li cem paşê kiribû. Fewzî Paşa gotibû: “Têkilî wî nebin, hurmetê jê re bigrin.” Ya ev gotin pê dida gotin pîrozbûna xizmeta Qur’anê ye. Çi dema ku fikra rizgarkirina nefsa xwe û fikirîna nefsa xwe tenê serdestî li min kir, di xizmeta Qur’anê de bêzariyek (futûr) demkî çêbû; min dijî mebesta xwe sîle xwar. Yanî ez ji wê surgûngehê hatim şandin bi bal yeka dî, (yanî) Ispartayê. Li Ispartayê dîsa min dest bi xizmetê kir. Piştî bîst rojan hin mirovên tirsonek ez hişyar kirim û gotin: “Dibe ku ev rewş li hikûmetê xweş neyê, tu hinekî hay ji xwe hebî wê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat