heqîqetekê ve digre. Wisa jî yê vê dinyaya qerase û gerdûnê hemûçkê ji xwe re dike mehbûb û paşê dema ew muhbeta ecêb bi qamçiyên zewal û fîraqa daîmî veguherî muhbeta heqîqî, da ku wê mehbûba xwe ya gelek mezin ji zewal û fîraqê xilas ke penahê meşreba wehdetul-wucûdê dibe. Eger ew kes xwediyê îmaneke gelek bilind û gelek xurt be, ji zatên wek emsalê Muhyedînê Erebî re dibe mertebeyeke xweş û nûranî û meqbûl. Yan na, îhtimal heye ku bikeve talûke (werte) û madiyatê û di esbaban de bifetise.
Lê heçî wehdetu’ş şuhûd e ew bê zerar e, meşrebeke bilind a ehlê sehwê ye jî.
اَللّٰهُمَّ أَرِنَا الْحَقَّ حَقًا وَارْزُقْنَا اتِّبَاعَهُ
سُبْحَانَكَ لاَ عِلْمَ لَنَا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ
***