Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

bû gotiba ku ev neqşekî sen‘etê neqaşekî ku xwediyê wehdeta mutleq û rubûbiyeta mutleq û wahidiyeta zatî û xelaqiyeta kulî ya ku ew nikare di aqilê xwe de cî bike ye, lê ji dêl wê îtîqadê, wisa dibêje: “Rûhê ku di vî teyrê tawûsî de ye ewqas bilind e ku sen‘etkarê wê di nava wê de ye yan jî ew bûye ew. Hem ew rûh ji ber ku bi wicûdê re bûye yek û wicûda wî jî bi sûretê zahirî ve têkel e (mumtezic e), kemala wî rûhî û bilindayiya wê wicûdê van cilweyana wisa nîşan dide. Di her deqîqeyekê da neqşekî din û bedewiyeke cuda nîşan dide. Ne îcadeke wisa ye ku bi bijartin (îxtiyar) çêbibe; belkî cîlweyek e, tezahurek e.” 

   Ew mirovê dî dibêje ku: “Ev neqşên ku bimîzan û binîzam û gelek sen‘etkarane, bi awayekî qet‘î vînekê, bijartinekê, qesdekê, arzûyekê pêwist dike. Nabe ku cilweyeke bêîrade û tezahureke bêîxtiyar be. Belê mahiyeta tawûsî delal û bilind e. Bes mahiyeta wê nabe fail, belkî munfeil e, ji tu aliyan ve bi failî ve nabe yek. Rûhê wî delal e û alî ye, bes ne mûcid û muteserif e, belkî mezher û medar tenê ye. Çunkî, bi eşkereyî di her pirtikeka wê da sen‘eteke ku bi hîkmeteke bê payan û neqşeke zînetê ya bi qudreteke bê dawî dixuye. Ev jî nabe ku bê îrade û bê îxtiyar be. Ev sen‘etên ku kemala hîkmetê ya di nav kemala qudretê de û kemala rubûbiyet û merhemetê ya di nav kemala îxtiyarê de nîşan dide, ne karê cilwe-milweyan e. Nivîsevanê ku ev deftera zêravkirî nivîsî nabe ku di nava wê de be, nabe ku bi wê re bibe yek. A rast bes temasa wê defterê bi sere qelema nivîsê ya wî nivîsevanî ve heye. Nexwe, xemlên xarîqulade yên wê tawûsa mîsalî ku jê re gerdûn tê gotin nameyeke zêravkirî ya afirinerê wê tawûsê ye.

   Va ye li wê tawûsa gerdûnê binêre, wê nameyê bixwîne, ji nivî­sevanê wê re bêje

مَاشَاءَ اللّٰهُ، تَبَارَكَ اللّٰهُ، سُبْحَانَ اللّٰهِ

 Yê zen dike ku mektûb katibe e yan jî texeyul dike ku katib di nav mektûbê de ye, bêguman wî aqilê xwe di nav perdeya eşqê de veşartiye, sûretê heqîqî yê heqîqetê nedîtiye.

   Ciheta herî girîng a ji cûreyên eşqê ya ku dibe sebeba meşreba wehdetul-wucûdê, eşqa dinyayê ye. Eşqa dinyayê ya ku mecazî ye, dema vediguhere eşqa heqîqî dibe wehdetul-wucûd. Wek çawa dema aşiqek bi muhbeteke mecazî ji mehbûbeke şexsî hez dike, paşê nekaribe zewal û fenaya wê di dilê xwe de bi cî bike, ji bo ku ji mehbûba xwe re bi eşqa heqîqî beqayekê bide bidest xistin, dibêje “Neynikeke cemala me’bûd û mehbûbekî heqîqî ye” û xwe teselî dike û xwe bi

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat