Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

hêla îmanê ve bi temamî înkîşaf nekiriye. Jêderka sebeba duyemîn ji vê çêbûye ku qelb di mijara eşqê de fewqekade înkîşaf kiriye û xarîqulade înbîsat kiriye û fireh bûye.

   Lê heçî mertebeya uzma ya tewhîdê ya ku esfiyayên ku ewliyayên mezin ên seraheta Qur’anê ne û weraseta nubûwetê ne û ehlê sehwê ne, dîtine; hem gelek bilind e hem mertebeya uzma ya rubûbiyet û xelaqiyeta îlahî îfade dike, hem îfade dike ku hemû esmayê îlahî heqîqî ne û esasatê muhafeze dikin û muwazeneya ehkamê rubûbiyetê xera nakin. Çunkî wisa dibêjin: Digel ehediyeta xwe ya zatî û munezehiyeta xwe ya ji mekanî ya Cenabê Heq her tişt, bi hemû şuûnatê xwe ve raste rast bi ilmê wî hatiye îhatekirin û teşxîskirin û bi îradeya wî hatiye tercîhkirin û texsîskirin û bi qudreta wî hatiye îsbatkirin û îcadkirin. Gerdûnê hemûyê mîna mewcûdekê tenê îcad û tedbîr dike. Wek çawa kulîlkekê bi hêsanî diafirîne, bihara qerase jî bi wê hêsantiyê diafirîne. Tiştek ji tiştekî re nabe asteng. Di tewecuha wî de parçebûn (tecezî) nine. Di heman gavê de, li heman derê, bi qudreta xwe ve û bi ilmê xwe ve xwediyê teserufê ye. Di teserufa wî de belavkirin (tewzî) û dabeşkirin (înqîsam) nine. Ev raz di Peyva Şazde û di Meqseda Duyemîn a Mewqifa    Duyemîn a Peyva Sîh û Duyemîn de bi temamî hatiye ravekirin û îsbatkirin. Ji ber ku li gor qaîdeya

لَا مُشَاحَةَ فِي التَّمْثِيلِ

li qusûra ku di temsîlê de ye nayêt nêrîn, ezê tem­sîleka gelek biqusûr bêjim, da ku cudayiya du meşreban hinekî were fêmkirin.

   Wek mînak: Em ferz dikin ku teyreke tawûs a xarîqe, bêmanend, gelek mezin û gelek xemilandî û di gavekê de karibe ji rojhilatê hetanî rojavayê bifire û karibe baskên xwe yên ku ji bakûr digihîjin başûr bigre û veke û bi sed hezaran neqşan hatî xemilandin û di her pirtikeke baskê wê de sen‘etên gelek dahiyane derc bûyî.

   Niha du mirovên ku lê temaşe dikin hene. Ev herdu mirov dixwazin bi baskên aqil û qelbî ber bi mertebeyên bilind û xemlên xarîqe yên vî teyrî ve bifirin. Yek ji wan li rewşa wî teyrê tawûs û li heykela (wicûda) wê û li neqşên qudretê yên xarîqulade ku di her pirtikeka wê de ye dinêre û bi eşq û şewqeke zêde jê hez dike û hinekî dest ji tefekura hûr berdide û bi eşqê ve dimîne. Bes dibîne ku her roj ew neqşên dilnewaz tên guhertin. Ew mehbûbên ku ji wan hez dikir winda dibin, diçin zewalê. Wî merivî ji bo ku xwe teselî bike pêwist

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat