Zeyla Bersiva Pirsa Derbarê Muhyedînê Erebî de.
Pirs: Muhyedînê ‘Erebî wek çawa meseleya wehdetul-wucûdê mertebeya herî bilind hesibandiye, hin ewliyayên mezin ên ehlê eşqê jî li pey wî çûne. Tu dibêjî ev mesele ne mertebeya herî bilind e û hem ne heqîqî ye, belkî hinekî meşreba ehlê sekr û îstîxraqê û eshabê şewq û eşqê ye. Nexwe mertebeya bilind a tewhîdê ya ku bi raza weraseta nubûwetê û bi seraheta Qur’anê tê nîşandan kîjan e ka bi kurtî nîşanî me bide.
Bersiv: Belengazekî wek min ê hejar û hîç ender hîç, bi ramana xwe ya kurt van mertebeyên bilind muhakeme bike, eva hanê sed dereceyan li ser hedê min re ye. Bes ezê nukteyeke- duduyan ên ku ji feyza Qur’ana Hekîm hatîn gelek kurt bibêjim. Dibe ku di vê meseleyê de feydedar be.
Nukteya Yekemîn: Gelek sebebên ku ketina nav meşreba wehdetul-wucûdê hene. Di nav wan de wê yek yek-dudu werin beyankirin.
Sebeba Yekemîn: Ji ber ku xelaqiyeta mertebeya rubûbiyetê di dereceya e’zemî de di zêhnên xwe de bi cî nekirine û ya ku “(ew) bi raza ehediyetê her tiştî di bin destê rubûbiyeta xwe bixwe de digre û her tişt bi qudret û îxtiyar û îradeya wî çêbûye” di qelbên xwe de bi cî nekirine, ji ber wê çendê xwe mecbûr zanîne ku wisa bibêjin: “Her tişt ew e yan jî nine yan jî xiyal e yan jî tezahuriyeta wî ye yan jî cilweyên wî ne.”
Sebeba Duyemîn: Sîfetê eşqê yê ku veqetînê qet naxwaze û bi tundî ji veqetînê bazdide û ji veqetînê diricife û wek çawa ji dojehê ditirse wisa ji dûrbûnê ditirse, ji zewalê gelek nefretê dike û wek ruh û canê xwe ji wîsalê hez dike û bi îştiyaqeke bêhed a wek ya bihiştê nêzîkbûnê (qurbiyetê) dixwaze; belê, ew sîfet xwe bi cilweyeke eqrebiyeta îlahî ya di her tiştî de ye digrin û veqetîn û dûrbûnê tune dihesibînin û lîqa û wîsalê daîmî zen dikin û dibêjin
لَا مَوْجُودَ اِلَّا هُوَ
û bi serxweşiya eşqê û bi pêwistiya şewqa beqayê û lîqa û wîsalê wisa tesewur dikin ku ew di wehdetul-wucûda ku halê meşrebeka gelek xweş e de ne û ji bo ku xwe ji wan veqetînên mudhîş rizgar bikin meseleya wê wehdetul-wucûdê ji xwe re kirine stare.
Nexwe jêderka sebeba yekemîn ew e ku aqil nagihîje hin heqîqetên îmanê yên gelek fireh û gelek bilind û wêya tênagihîjin û aqil ji