Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Wî merivê bêçare, demekê hewl dida ku bi hurûfê muqete‘e xetekê îcad bike. Hem gelek bi coşdarî dixebitî. Wê demê min zanî ku wî merivî ji helwesta zindîqan hîs kiriye ku wê teşebus were kirin ku herfên Îslamê rabin. Ew meriv qaşo wê bi wê tiştê li hember wê, xizmetê bike, ji ber wê beyhûde xebitîbû. Niha ez zen dikim ku di vê meseleyê de û hem di meseleya duyemîn de dîsa êrîşa mudhîş a zindîqan a li hember esasên Îslamê hîs kiriye ku bi tewîlatên wisa bêmane xwestiye ku riyeke lihevhatinê veke.

   Digel ku bi nessên qet‘î ên wek

إِنَّ مَثَلَ عِيسَىٰ عِندَ اللّٰهِ كَمَثَلِ آدَمَ

bavê Hezretî Îsa nine, yên dijberiya qanûneka di tenasulê de nemumkin qebûl dikin û hewl didin ku bi tewîlata wehyê vê metnê û heqîqeta bingehîn biguherînin, girîngî ji gotina wan re nayê dayîn û tu qîmetê wê nine. Çunkî tu qanûn nine ku şazên wê û nadirên wê nebin û hin ferdên wê nebin ku derneketibin derve (yê wê qanûnê.) Û çi qanûnên kullî ninin ku bi ferdê xarîqe nehatibe texsîskirin. Ji dema Adem û vir de ji qanûnekê qet ferdekî şuzûz nekiribe û derneketibe derve, eva hanê nabe.

   Pêşî: Ev qanûna tenasulê ji hêla destpêkê ve bi destpêka dused hezar cûreyên heywanan hatine xerqkirin û dawî bûye. Yanî bavên wan ên pêşî.. Ew dused hezar bavên wan ên her wekî di şûna Ademên wan de ne qanûna tenasulê xerq kirine, ji bav û dê nehatine û derveyî wê qanûnê wicûd ji wan re hatiye dayîn. Hem di her biharekê da, em bi çavê xwe dibînin, ferdên bêhed ên qismê e‘zem ên sed hezar cûreyan derveyî qanûna tenasulê, di rûyê pelçiman de, di madeyên genîbûyî de, derveyî wê qanûnê tên îcadkirin. Ew qanûna ku di destpêkê de û heta her sal bi ev qeder ‘şaz’ên xwe çiriyayî, zirar dîtî.. îca ew aqilê ku di hezar nehsed salan de şuzûza ferdekî qebûl neke û li hember nessên Qur’anê xwe bi te’wîlê ve bigre çiqas bêaqilî kiriye, tu qiyas bike. Ew tiştên ku ew bedbextana jê re qanûna siruştî dibêjin, qanûnên adetullahê yên ku cilweyeke emrê îlahî û îradeya rebbanî ne ku Cenabê Heq wan adetên xwe ji boyî hin hîkmetan diguhêre. Nîşan dide ku îrade û îxtiyara wî di her tiştî de û di her qanûnan de hukim dike. Di hin ferdên xwe de bi awayekî xarîqulade derdikeve derveyî qanûnên xwe. Bi fermana

إِنَّ مَثَلَ عِيسَىٰ عِندَ اللّٰهِ كَمَثَلِ آدَمَ

yê vê heqîqetê nîşan dide.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat