Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Ji bo ku yek cudayiya bingehîn û jêderka navbera meşreba Hezretî Muhyedîn û meşreba ehlê tehqîqê nîşan bide, hewcedarî gelek lêkolînên dirêj û gelek nêrînên bala û fireh e. Belê cudayî ewqas hûr û kûr e; û jêderk ewqas bilind û fireh e ku, Hezretî Muhyedîn ji ber wê şaşiya xwe nehatiye şermezarkirin, wek meqbûl maye. An jî eger ew cudayî û ew jêderk bi riya ilmî, bi riya fikrê û bi riya keşfê bixuyabûna, wê jê re bibûya ketineka (suqût) gelek mezin û şaşiyeka gelek giran. Madem cudayî ewqas kûr e, emê hewl bidin ku wê cudayiyê û wan jêderkan bi mînakekê şaşiya Hezretî Muhyedîn a di vê meseleyê tenê de nîşan bidin. Wisa ku:

   Wek mînak: Di neynikekê da roj dixuye. Ev neynik hem zerfê rojê ye hem mewsûfê wê ye. Yanî ji aliyekî ve roj di nava wê de ye, ji aliyeke dî ve neynikê dixemlîne û dibe boyaxeke wê ya ronak û dibe sîfeteke wê. Eger ew neynik, neynikeke wêneyê be, mînaka rojê bi awayekî sabit distine kaxezê. Nexwe, roja ku di neynikê de dixuye, mahiyeta fotoxrafî ya di kaxeza wêneyê de, hem ji cihet ku neynikê dixemlîne û jê re dikeve şûna sîfetê, ne roja heqîqî ye. Ne roj e, belkî cilweya rojê ye ku dikeve wicûdeke dî de. Heçî wicûda rojê ya di neynikê de xuyayî, her çiqas ne wicûda rojê ya di derve de bixwe ye jî, lê ji ber îrtîbata wê û ji ber ku wê nîşan dide, wisa hatiye zenkirin ku wicûda wê bixwe ye.

   Va ye li ser vê mînakê, dikare wisa were gotin: “Di neynikê de ji roja rasteqîn pê ve tiştek nine” û neynik zerf û meqsed wicûda xaricî ya roja ku di nava wê de be…Ji cihet eksa munbesît a ketî şûna sîfetê neynikê de û resmê ku întîqalî kaxeza fotoxrafî kirî were gotin roj e, şaş e. Eger wisa were gotin: “Ji rojê pê ve tiştek tê de nine”, şaş e. Çunkî eksa ku di rûyê birqonek ê neynikê de û li pişt wê jî resmê ku teşekul bûyî heye. Vana jî her yekî wicûdeke cuda cuda heye. Çunkî ew wicûdana ji cilweyên rojê ne, bes ne roj in. Zêhna mirovî û xiyalê wî dişibihe mînaka vê neynikê. Wisa ku:    Malûmatê ku di neynika fikra mirovî de ye jî du wechên wê hene. Bi wechekê ilm e û bi wechekê malûm e. Eger em zêhnê ji wî malûmî re bikin zerf, wê demê ew mewcûda malûm dibe malûmekî zîhnî; wicûda wî tiştekî dî ye. Eger em zêhnê bi hasilbûna wê tiştê bikin mewsûf, ji zêhnê re dibe sîfet, ew tişt hingê dibe ilim, wicûdeke wê ya xaricî heye. Wicûda wê malûmê û cewhera wê jî hebe, wekî vê, dibe wicûda wê ya xaricî ya erezî.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat