Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Tirkên vê demê, ne jî dişibihe Kurdên vê demê, ez di vê de taybetmendiyeke cuda dibînim.” Hevalên min jî ez tesdîq dikirim. Me digot bi raza

دَادِ حَقْ رَا قَابِلِيَّتْ شَرْتْ نِيسْتْ

di Xulûsî de tezahura esaleteke mezin û daneke Xwedê heye.

   Hem bi qet‘î zanibe ku du “al”ên Resûlê Ekrem (s.) hene. Yek ji wan ala nesebî ye; yek jî “al”eke wî ya ji aliyê rîsaletê ya şexsê manewî û nûranî ve heye. Di vî “al”a duduyan de bi qet‘î tu tê de yî, digel wê jî di “al”a yekemîn de jî qenaeteke min a bêdelîl heye ku îmzeya ceddê we ne bê sebeb e.

   Birayê min ê hêja,

   Xulaseya Pirsa te ya Duyemîn: Muhyedînê Erebî gotiye: “Afirandina (mexlûqiyeta) rûhî îbaretî ji înkîşafa wî ye."

   Bi wê pirsê, tu belengazekî wekî min ê hejar mecbûrî mûbarezeyê dikî li hember yekî wek Muhyedînê Erebî yê xarîqeyeke heqîqetê yê ecayîb û dahiyekî ilmê esrarê.   Bes, madem ezê bi palpiştiya Qur’anê têkevim şertaniyê (behsê), ez mêşek jî bim, ez dikarim ji wî eyloyî bêtir bifirim. A rast, Hezretî Muhyedîn naxapîne lê tê xapandin. Hadî ye, lê di her kitêbeke xwe de nikare bibe muhdî. Tişta dîtî rast e, bes ne heqîqet e. Ew heqîqeta ku bûyî sebeba pirsa we di mijara rûhî ya di Peyva Bîstûnehemîn de hatiye ravekirin. Belê rûh ji hêla mahiyeta xwe ve qanûneke emrî ye. Bes namûseke heyatê ye ku wicûdeke xaricî lê hatiye kirin û qanûneke xwediyê wicûdeke xaricî ye. Hezretî Muhyedîn tenê ji aliyê mahiyetê ve fikiriye. Gorî meşreba wehdetul-wucûdê heyîna tiştan xiyal dibîne. Ew zat bi keşfiyata xwe ya xarîqe û bi mûşahedata xwe û ji ber ku xwediyê meşrebeke girîng e û meslekeke serbixwe bijartiye, ji mecbûrî, bi tewîlatên zeîf, bi awayekî bitekeluf hin ayetan tetbîqî meşreb û meşhûdata xwe dike, zerarê dide seraheta ayetan. Di rîsaleyên dî de cadeya musteqîm a Qur’anê û rêçika qewîm a Ehlê Sunetê hatiye beyankirin. Wî zatê qudsî meqamekî xwe yê taybet heye. Hem (ew) ji meqbûlînan e; bes, di keşfiyata xwe ya bêpîvan de sînor binpê kiriye, di gelek meseleyan de dijberiya cumhûrê muheqiqînan kiriye. Va ye ji ber vê razê ye ku, digel ku qutbekî mezin û xarîqe ye û ferîdê dewran e jî, terîqeta ku xasê bi wî ve pir kurt e û herwekî bi Sedredînê Qonyevî ve munhesir mayî ye û îstîfadeya bi awayekî îstîqametkarane ya ji eserên wî gelek kêm çêdibe. Heta gelek muheqiqînê esfiya wan eserên hêja rewac nîşan nedane ku werin mutalekirin. Heta hinek qedexe dikin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat