ku di Qur’anê hemûyê de wek çawa di qismê jor a dawiya rêzê de heştê lefzê Celal li hev dinêrin, eynen wisa di qismê jêr de jî eynen heştê lefzê Celal bi tewafuq li hev dinêrin. Tam di nava rêza dawiyê de, dîsa pêncî û pênc lefzên Celal dikeve ser hevdu û dibin yek û heçko navekî tenê yê lefzê Celal a ji pêncî û pênc navan pêkhatiye ye. Ku ew bîst û pênc tewafuqên di serê rêza dawiyê ya bi navbera peyveke yekherf, carinan jî bi peyveka sêherf bi tewafuqên tam ên pêncî û pênc tewafuq ên di navê de bibin yek, dibin heştê tewafuq, wê demê tewafuqî heştê tewafuqên di nîvê pêşî yên wê rêzê de û dîsa tewafuqî heştê tewafuqên nîvê dawî dike. Gelo tefawuqên wisa letîf, zerîf, birêkûpêk, bipîvan û biî‘caz; bê nukte û bê hîkmet dibe? Haşa nabe. A rast, dibe ku bi serê wan tewafuqan gencîneyeke girîng vebe.
رَبَّنَا لاَ تُؤَاخِذْنَا اِنْ نَسِينَا اَوْ اَخْطَاْنَ
سُبْحَانَكَ لاَ عِلْمَ لَنَا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ
Seîd Nûrsî
***
Lem‘eya Heştemîn
Rîsaleya Kerameta Xewsiye ye. Di Mecmûeya Sikeyê Tasdiqî Xeybiye de û di Mecmûeya Lem‘eya Teksîrê de hatiye belavkirin.
***