Wek çawa te ji Hezretî Mûsa (e.) re derya, ji Hezretî Îbrahîm (e.) re agir, ji Hezretî Dawûd (e.) re çiya û hesin û ji Hezretî Silêman (e.) re cin û însan û ji Hezretî Muhemed (s.) re roj û heyv musexer kiriye, qelb û aqilan musexerî Rîsaleyê Nûrê bike! .. Min û şagirdên Rîsaleê Nûrê ji xerabiya nefs û şeytên û ji ezabê gorê û ji agirê dojehê biparêze û di bihişta Firdewsê de bextewar bike! Amîn, amîn, amîn! ..
سُبْحَانَكَ لاَ عِلْمَ لَنَا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ
وَآخِرُ دَعْوَيهُمْ اَنِ الْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ
Di pêşkêşkirina vê dersa xwe ya ku min ji Qur’anê û ji Ceweşenûl Kebîra ku munacateke nebewî ye, wergirtî wek îbadeteke tefekurî bo dergahê Rebê xwe yê Rehîm de eger min qusûrek kiribe, ji boyî lêborîna wê qusûrê ez Qur’anê û Cewşenûl Kebîrê dikim mehdervan û ji rehmeta wî lêborîna xwe dixwazim.
***