rubûbiyeta te û bi îtîqada wan keşfiyat û muşahedat û ilmelyeqînê, mizgîniya seadeta ebediyeyê didin cin û însanan. Û xeberê didin û îlan û îman dikin û şahidiyê didin ku bo ehlê delaletê dojeh heye.
Ey Qedîrê Hekîm! Ey Rehmanê Rehîm! Ey Sadiqûl We’dîl Kerîm! Ey Qeharê Zulcelalê ku xwediyê îzet û ezemet û celalê ye! Tu sed hezar carî ji vê çendê muqedes î û nîhayet derece munezeh û alî yî ku tu evqas dostên xwe yên dilsoz û evqas we’dên xwe û evqas sîfet û şuûnatên xwe tekzîb bikî û pêdiviyên qet‘î ên selteneta xwe û dua û de’weyên bêhed ên evdên xwe yên bêhed meqbûl, ku tu ji wan hez dikî û ew jî bi bawer û îtaeta te xwe bi te didin hezkirin red bikî û di înkara heşrê de ehlê delalet û kufrê yên bi kufr û îsyanê û te di we‘da te de tekzîb dikin û bi vî awayî bandorê li ezemeta kîbriyaya te dikin û bandorê li îzeta celala te didin kirin û têkilî heysiyeta ulûhiyeta te dibin û şefqeta rubûbiyeta te muteesir dikin bawer bikî. Ez, edalet û cemal û rehmeta te ya bêpayan ji vê zulm û ji vê kirêtiya bêpayan teqdîs dikim. Ez dixwazim biqasî hejmara hemû zerreyên laşê xwe ayeta
سُبْحَانَهُ وَتَعَالَى عَمَّا يَقُولُونَ عُلُوًّا كَبِيرًا
yê bibêjim. Belkî ew qasidên te yên dilsoz û ew îlankerên rast ên selteneta te di sûretê heqelyeqîn, eynelyeqîn û ilmelyeqînê de şahidiya gencîneyên rehmeta te yên axretî û defîneyên îhsanata te yên di alema beqayê de û cilweyên delal ên xarîqe ên navên te yên spehî yên di darê seadetê de bi temamî zuhur bikin didin, wan nîşan didin û mizgîniya wan didin. Û bawer dikin ku şuayeke herî mezin a navê “Heq” a ku jêderk û roj û hamiyê heqîqetan e, ev heqîqeta mezin a heşrê ye û dersê didin evdên te.
Ey Rebul-enbiya wes-siddiqîn! Evên hanê hemû di mulkê te de, bi ferman û qudreta te, bi vîn û tedbîra te, bi ilm û hîkmeta te musexer û muwezef in. Bi teqdîs û tekbîr û tehmîd û tehlîlê rûyê erdê di şûna zikirxaneyeke mezin de û ev gerdûn jî di şûna mizgefteka mezin de nîşan dane.
Ya Rebbî we ya Rebbes-semawatî wel-eradîn! Ya Xaliqî we ya Xalîqe Kulî Şey’! Tu bi heqê qudreta xwe û îradeya xwe û hîkmeta xwe û serweriya xwe û rehmeta xwe ya ku asîman bi stêrên wê, erd bi muştemîlatên wê û hemû mexlûq bi keyfiyetên wê tesxîr kiriye, nefsa min ji min re musexer bike! Metlûba min ji bo min musexer bike! Ji bo xizmeta Qur’an û îmanê qelbê mirovan ji Rîsaleyê Nûrê re musexer bike! Û îmana kamil û husnul-xatîmeyê bide min û birayên min.