Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

van tiştên muxtelif ên bêhed ên li ber çavê me bi yek carê îcad dike, kirinek ji kirineka dî re nebe asteng, tişteka herî mezin wek mêşeka biçûk bi hêsanî çêdike bi îcma’ û bi îtîfaq îlan dikin, îxbar dikin û îsbat dikin.    

   Wek çawa xeberê ji firehbûniya bêhed a rehmeta te ya ku ev gerdûn ji giyanewerî re, nexasim ji mirovî re kiriye qesrekî mukemel û bihişt û seadeta ebedî ji cin û mirovan re amade kiriye û candarekî herî biçûk ji bîr nekîriye û hewl dide ku qelbekî herî aciz tetmîn û teltîf bike.. Û xeberê ji firehbûniya bêpayan a serweriya te ya ku ji zerreyan bigre hetanî gerstêrkan hemû cûreyên mexlûqatî îtaetî fermanên xwe didekirin û tesxîr û tewzîf dike û bi mu‘cîze û hucetên xwe îsbat dike dide; eynen wisa jî, wek çawa îhateya her tiştî ya ilmê te yê ku gerdûn kiriye kitêbeke mezin a wisa ku bi qasî hejmara parçeyên wê Rîsaleyê tê de hene û di Îmama Mûbîn û Kitêba Mûbîn a ku defterên Lewhê Mehfûzê ne, hemû serpêhatiyên hemû mewcûdatê tomar kiriye û nivîsiye û di hemû kulîlkan de fêhrist û bernameyên hemû daran û di serê hemû xwey-şuûran de di quweya hafizeya hemûyan de tarîxçeya jiyana wan bêşaşî û muntezem nivîsiye..   

   Û wek çawa şumûla her tiştekî ya hîkmeta qudsiya te ya ku gelek hîkmet bi her mewcûdekî ve kiriye, heta di her darekê de bi qasî hejmara mêweyên wê netîce jê re dayiye û di her giyanewerekê de bi qasî hejmara movikên wan, belkî bi qasî parçe û hucrekokên wan meslehet taqîb kiriye, hem zimanê mirovî digel ku di gelek wezîfeyan de wezîfedar kiriye, bi qasî hejmara tamên xwarinan bi mîzanokên ku zewqî ne, techîz kiriye.. hem bîlîcma û bîlîtîfaq şehadet û delalet û îşaret dikin ku teceliyên navên celalî û cemalî yên di vê dinyayê de nimûneyên wan dixuyin bi awayekî hê geştir wê di ebedul abadê de dewam bike û qenciyên te yên ku di vê alema fanî de mînakên wan dixuyin bi awayekî bêhtir bişe’şee wê di bihiştê de berdewam bike û baqî bimîne û ew muştaqên ku di vê dinyayê de wana dibînin di ebedê de jî wê hevaltiya wan bike û wê digel wan be.   

   Hem bi palpiştiya bi sedan mucîzeyên eşkere û ayetên qet‘î, di serî de Resûlê Ekrem (s.) û Qur’ana te ya Hekîm, hemû enbiyayên ku xwediyê erwahê neyîre ne û ewliyayên ku eqtabê qelbên nûranî ne û esfiyayên ku erbabê aqilên munewer in; di hemû suhûf û kitêbên pîroz de, bi palpiştiya wan we’d û tehdîdên ku te gelek dubare kirine û her weha bi palpiştiya sîfet û şe’nên te yên pîroz ên wek qudret û rehmet û înayet û hîkmet û celal û cemalê û îzeta celala te û selteneta

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat