Ya Rebel-‘alemîn! Ya îlahel-ewwelîne wel-axirîn! Ya Reb-es-semawatî wel-eradîn! Bi fêrkariya Resûlê Ekrem (s.) û bi dersa Qur’ana Hekîm min fêm kir û bawer kir ku: Wek çawa asîman, feza, erd, bej, derya, dar, nebat, heywan; bi ferdên xwe, bi eczayên xwe, bi zerreyên xwe te nas dikin û şahidî û delalet û îşaretî li ser heyîna te û yekbûna te didin; wisa jî: Bi îstîxrac û îlhamat û keşfiyat û muşahedata qelb û aqilên ku xulaseya enbiya û ewliya û esfiyayên ku xulaseya mirovan in, mirovên ku xulaseya candaran e, candarên ku xulaseya kaînatê ye; bi qetiyetek di hêza bi sedan îcma û tewaturan de şahidiya wucûba wucûda te û wehdaniyet û ehediyeta te dikin û îxbara wê didin. Bi mu‘cîze û keramet û burhanên xwe yên yeqînî xeberên wan îsbat dikin.
Belê, tu xatiratên xeybî yên li zatekî ku di qelban de, di perdeya xeybê de hişyariyê dike dinêre; û tu îlhamên sadiq ên li zatekî îlhamker dide nêrîn; û tu îtîqada yeqîn a di sûretê heqelyeqînê de sîfetên te yên qudsî û esmayên te yên husna keşf kirî; û tu qelbên nûranî yên ku di enbiya û ewliyayî de enwarê Wacîbul-Wucûdekî bi eynelyeqîn muşahede dike; û tu aqilê munewer ê ku di esfiya û sidîqînî de ayetên wucûba Xaliqekî Kulî Şey û burhanên wehdeta wî bi ilmel yeqîn bawer dike û îsbat dike nîne ku şahidiya wucûba wicûda te û sîfetên te yên qudsî û wehdeta te û ehediyeta te û esmayê te yê husna neke, delaleta wan neke û wan nîşan nede. Û bi taybetî, tu mu‘cîzeyên bahîre yên îxbara Resûlê Ekrem (s.) ê ku îmam û serok û xulaseya hemû pêxember û welî û sefiyan e, bawer dike û heqelyeqîn nîşan dide û tu heqîqetên alî yên heqaniyeta wî nîşan didin û tu ayetên tewhîdê yên qet‘î û yên Qur’ana mu‘cîzul-beyan a ku xulaseya xulaseya hemû kitêbên pîroz e û ji meseleyên îmanê yên wê Qur’anê tu meseleya qudsî nîne ku şahidiya wucûba wicûda te û sîfetên te yên qudsî û wehdeta te û ehediyeta te û Esma û sîfetên te nekin, ji wan ra nebin delîl û wana nîşan nedin! ..
Hem wek çawa ew sedhezaran muxbirên sadiq bi palpiştiya mu‘cîze û keramet û hucetên xwe şahidiya heyîn û yekbûna te dikin; wisa jî dereceya heşmeta rubûbiyeta te ya ku wisa cereyan dike hetanî hemû karên erşê e‘zema ku her tişt dorpêç kiriye îdare bike, xatireyên herî veşarî û cuz’î û daxwaz û duayên qelbî bizane, seh bike û îdare bike.. Û her weha dereceya mezinahiya qudreta te ya ku