giyan e; û beşa herî bijartî ya giyaneweran hişmend in; û hişmendê herî cami‘ mirov e; û heçî hemû gerdûn e, ji jiyanê re musexer e û ji wê re dixebite.. Û zîheyat mesexerî zîruhan in û ji boyî wan têne şandin bo vê dinyayê.. Û zîruh ji mirovan re musexer in, alîkariya wan dikin.. Û mirov fitreten ji Afirînerê xwe gelek cidî hez dikin û afirînerê wan hem ji wan hez dike, hem bi her wesîleyê xwe bi wan dide hezkirin.. Û îstîdada mirovî û cîhazên wî yên manewî li alemeke din a baqî û li jiyaneke ebedî dinêre.. Û dilê mirovî û şuûra wî bi hemû hêza xwe ve beqayê dixwaze.. Û zimanê wî bi duayên xwe yên bêhed bo beqayê lavayan ji afirînerê xwe dike; bêguman û her hal ne qabile û nabe ku ev mirovên ku gelek hez dikin û jê têhezkirin û hem mehbûb û hem muhip in werin mirandin û careka din neyên vejînkirin û ku ji boyî hezkirineke ebedî hatibûn afirandin lê bi neyartiyeke ebedî werin xeyidandin. Belkî bi hîkmeta ku di alemeke din a ebedî de bi awayekî bextewar bijî, di vê dinyayê de bixebite û wê bi dest bixe, hatiye şandin. Û cilweyên îsmên ku di vê jiyana fanî û kurt de li ser însanî tecelî dikin îşaret dikin ku di alema beqayê de ew mirovên ku bibin neynika wan wê mezherî cilweyên wan ên ebedî bibin.
Belê; dostê sadiq ê ebediyê, dê ebedî be. Û neynika zîşiurî ya Baqiyî, pêwist e baqî bimîne.
Ji rîwayeta sehîh tê fêmkirin ku wê giyanê heywanan mayende bimînin û hin ferdên mexsûs ên wek Hudhudê Silêman (e.) û Moriya wî û Deveya Salih (e.) û Seyê Eshabê Kehf hem bi giyanê xwe hem jî bi cesedê xwe wê herin alema baqî û ji bo ku carcaran bi kar bînin her new’ekî wê cesedeke wan a tenê hebe; her weha hîkmet û heqîqet, hem rehmet û rubûbiyet wê pêwist dibînin.
Ey Qedîrê Qeyûm! Hemû candar, giyanewer, hişmend di mulkê te de, tenê bi hêz û qudreta te û ancax bi îrade û tedbîra te û bi rehmet û hîkmeta te ji fermanên rubûbiyeta te re hatine tesxîrkirin û bi wezîfeyên fitrî hatine wezîfedarkirin. Hinek ji wan ne ku ji bo hêza însên û serdestiya wî, belkî bi fitretî ji bo bêhêzî û ecza wî ji hêla rehmetê ve mûsexer bûne. Û bi lîsanê hal û bi lîsanê qal Sani‘ê xwe û Me’bûdê xwe ji kêmasiyê, ji şirîkê teqdîs dikin û şukr û hemdê nîmetên wî dikin û her yekî îbadetê xwe yê taybet dikin.
Ey Zatê Eqdesê ku ji şideta zuhûra xwe xwe veşartî û ji ezemeta kîbriyaya xwe hatiye perdekirin! Ez niyet dikim ku bi tesbîhata hemû candaran te teqdîs bikim û dibêjim: