Dawî
Nukteyek ji wan nukteyên î‘cazî yên ji aliyê tewafuqa Qur’ana Pîroz ve derdikeve eve ye:
Di Qur’ana Pîroz de “hûwe”ya ku di şûna navê Ellah, Rehman, Rehîm, Reb û Celal de hatiye bikaranîn tevekê wê çar hezar û kusûr in.
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
(li gorî cûreyê hesabê ebcedê yê duyem ku ew jî li gorî tertîba herfên ebcedî ne) ew jî çar hezar û kusûr in. Di hejmarên mezin de ji ber ku kesîrên hindik tewafuqê xera nakin, me li kesîrên hindik nenêrî. Hem
الم
digel du wawên atif ên ku di xwe hewandî dike dused û heştê û kusûr. Eynen wisa jî Sûretê Beqere, tewafuqî dused û heştê û kusûr navên Celal û hem tewafuqî hejmara dused û heştê û kusûr ayetan dike, digel vê jî bi hesaba duyemîn a terzê hecaî ya Ebcedê dîsa dibe çarhezar û kusûr. Ew jî hem tewafuqî hejmara pênc navên meşhûr ên navê wan li jor borî dike, hem jî ku mirov li kesîrên
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
ê nenêre, tewafuqî wê hejmarê dike. Nexwe li gorî vê raza tewafuqê,
“الم”
hem navek e ku musemayê xwe dihewîne, hem navekî Beqereyê ye, hem navekî Qur’anê ye, hem fihristeyeke muxteser ya herduyan e; hem numûne û xulase û kakila wan e, hem xulaseya
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
ê ye. Li gorî hesaba meşhûr a Ebcedê
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
û navê Reb bi qasî hev in, digel wê eger
(ر)
’ya muşedded a di
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
ê de bi du (
ر
)yan were hesabkirin, wê demê dibe nehsed û nod, dibe wesîleya gelek razên girîng, bi nozdeh herfên xwe mifteya nozdeh hezar aleman e.
Yek ji tewafuqên letîf ên lefzê Celal a Qur’ana mu‘cîzul-beyan e