Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

tedbîr û wehdeta îdarî û wehdeta new’î û wehdeta cinsî yên di heyeta mecmûeya wan de û ji tekbûna sikeyê fitretê ya cihet îtîfaqa mijarên çav, guh, dev ku di rûyê hemûyan de tê dîtin û ji îtîhada di sikeyê hîkmetê ya di sîmayên ferdên her cûreyekê de tê dîtin û ji bihevrebûna di îaşe û îcadê de û ji dinavhevdebûna wan de yek nîne ku bi qet‘î şahidiya yekbûniya te nedin! Û di her ferdeka wan de ji ber ku cîlweyên hemû navên ku li gerdûnê dinêrin hene, ehediyeta te ya ku di nav wahidiyetê de ye nîşan nedin.   

   Hem wek çawa, digel mirovan, sed hezar cûreyên heywanan ên ku li ser rûyê hemû erdê belav bûne weke artêşeka birêkûpêk, bi techîz û talîmat û îtaet û musexeriyetê, ji ya biçûktirînê heya mezintirînê, pêkanîna fermanên rubûbiyetê yên bi întîzam şahidiya li ser dereceya heşmeta rubûbiyetê wî dikin û ku digel pirbûna xwe jî gelek qîmetdar in û digel ku gelek mukemelin jî zû tên çêkirin û digel ku gelek bihuner in jî gelek hêsan tên çêkirin, evên hanê jî delaletê li ser dereceya ezemeta qudreta wî dike; eynen wisa, delaletê li ser firehbûna bêhed a rehmeta wî ya ku ji mîkrobê heyanî gergedanî, ji mêşa biçûktirîn bigre heyanî çûka herî mezin ên ku ji rojhilatê heyanî rojava, ji bakûr heyanî başûr belav bûne rizqê wan digihîne û ku her yek ji wan wek neferekî emîrber wezîfeya xwe ya fitrî dike û her bihar rûyê erdê li şûna yên li payîzê terxîs bûyî ji yên nû bikevin di bin silahî de re dibe leşkergeh, ji firehbûna bêpayan a serweriya wî re bi awayekî qet‘î delaletê dike.   

   Hem wek çawa her heywanek li şûna nusxeyeke biçûk û mîsaleke musexer a kaînatê ku bi ilmeke gelek kûr û bi hîkmeteke gelek deqîq, eczayên wê yên tevlîhev bêyî ku tevlîhev bike û sûretên cuda cuda yên hemû heywanan bêyî ku şaş bike, bêxeta, bêyî sehw, bê kêmasî tên çêkirin, bi qasî hejmarên wê nîşan didin ku ilmê wî her tişt dorpêç kiriye û hîkmeta wî şamilê her tiştî bûye; eynen wisa jî, spehîçêkirina wan a ewqas bihuner ku her yek ji wan bibin mu‘cîzeyeka sen‘etî û xarîqeyeka hîkmetê eva hanê husn û spehîtayiya pirr zêde ya sen‘etê rebbanî ya ku tu gelek jê hez dikî û dixwazî teşhîr bikî nîşan dide û xusûsen xwedîkirina pirr zêde nazdar û nazenîn a zarok û çêlikan ku daxwaz û arzûyên wan tetmîn dibin, ji vî aliyî ve bi awayekî bêhed cemala gelek şêrîn a înayeta te nîşan didin.

   Ey Rehmanûrehîm! Ey Sadîqul We’dîl Emîn. Ey Malîkî Yewmîdîn. Bi fêrkariya (talîma) Resûlê te yê ekrem (s.) û bi îrşada Qur’ana Hekîm min zanî ku: Madem encama herî bijartî jiyan e; û xulaseya herî bijartî

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat