Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

de, ji wan evdên xwe yên ku li wir ebedî bihêle re, ji gencîneyên rehmeta ebedî, di bihiştên xwe yên ebedî de û ebedî û bi awayekî layiqî bihiştê, darên xwedan-fêkî û nebatên bikulîlk amade kirine. Yên li vir ji bo ku nîşanî wan muşteriyan bike nimûne ne.   

   Hem wek çawa dar û nebat bi peyvên hemû pel û kulîlk û mêweyên xwe te teqdîs û tesbîh û tehmîd dikin, her peyveke wan jî ji bilî wê, te teqdîs dikin. Xusûsen ku mêwe bi awayekî bêhepma, goştên wan gelek têvel, hunerên wan gelek sosret û dendikên wan bi awayekî xarîqe tên çêkirin û wan tableyên xwarinan dixe destê daran û datîne ser serê nebatan û ji mêvanên xwe yên giyanewer re dişîne, tesbîhatên wan ên bi lîsanê hal ji zuhûrê ve digihîne dereceya lîsanê qal. Wana hemû di mulkê te de, bi hêz û qudreta te, bi vîna û qenciyên te, bi rehmet û hîkmeta te musexer in û serfirûyê her fermaneka te ne.    

   Ey Sani‘ê Zulcelal û ey Xaliqê Rehîm ê ku ji şideta zuhûra xwe xwe veşartî û ji kîbriyaya ezemeta xwe tesetur kirî! Ez bi zimanê hemû dar û nebatan û hemû pel û kulîlk û mêweyên wê û bi qasî jimareyên wê te ji kêmasiyê, ji bêhêziyê û ji şirîkan teqdîs dikim û hemd û senayê didim.    

   Ey Fatirê Qedîr! Ey Mudebirê Hekîm! Ey Mûrebiyê Rehîm! Bi fêrkariya Resûlê Ekrem (s.) û bi dersa Qur’anê min fêm kir û bawer kir ku, wek çawa nebat û dar te nas dikin û te didin nasîn, sifatên te yên qudsî û esmayê te yê husna didin zanîn.. Wisa jî: Ji beşa candaran a ji giyaneweran tu mirov û heywan nîne ku bi organên xwe yên derveyî û hundirî yên di cismên wan de ku gelek muntezem in û wek saetê dixebitin û têne xebitandin û bi alet û hestên ku bi nîzameke hûr û bi mîzaneke gelek hesas û bi faydeyên gelek girîng di bedenê wan de hatine bi cî kirin û bi cîhazên bedenî yên ku bi çêkirinek gelek hunerwarî û bi tefrîşeke gelek bi hîkmet û bi muwazeneyeke gelek bi dîqet di cesedê wan de hatine danin şahidiya wucûba wicûda te û tehequqa sîfetên te nekin. Ji ber ku bêguman, hêza kor û siruşta nebîrewer û tesadufa serserî nikarin tevlî vê hunera evqas nazik a besîrane û vê hîkmeta hûr a şuurkarane û vê muwazeneya mudebîrane bibin û ne karê wan e û ne qabil e.    

   Û ya ku ‘ew xwe bi xwe teşekul bûyî û wisa çêbûyî’ ye, eva hanê muhala di nav sed derece muhalê de ye. Ji ber ku wê hingê her zerreyeka wê divê her tişteka wê bizane, bibîne, bikare çêbike, heçko wek îlahekî xwediyê ilm û qudretê be. Paşê çêbûna cesedî hewaleyî wî dibe û dikare were gotin ku ew bixwe xwe çêdibe. Û wehdeta

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat