Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

muşabeheta di sikeyê xilqetê de û munasebeta di tedbîr û îdareyê de û muwafeqeta fî’lên îcadî yên bi wan ve girêdayî û muwafeqeta wan a di navên rebbanî de û ku ferdên bêhed ên sed hezar çeşîdan di nav hev de, bêyî şaşî, pevre îdare dike jî bi awayekî eşkere şahidiya wehdet û ehediyeta wî Sani‘ê wacîbul-wucûd dikin.

   Hem wek çawa ewana şahidiya wucûba wicûda te û wehdeta te dikin, wisa jî; wek çawa îaşe û îdareya bi sed hezaran terzî ya ferdên bêhed ên artêşa giyanewerên ku ji çarsed miletî pêk tên ên li ser rûyê erdê; ku bêyî şaşî, bêyî tevlîhevî, mukemel tê kirin, delaletê li ser heşmeta rubûbiyeta te ya di wehdaniyetê de ye, dike.. Delaletê li ser ezemeta qudreta te ya ku biharekê bi qasî kulîlkekê hêsan çêdike..   

   Û wek çawa delaletê li ser teeluqa her tiştî dike, eynen wisa jî delaletê li ser firehbûniya bêhed a rehmeta te ya ku li her aliyê dinyaya mezin, ji mirov û heywanên bêhed re eqsamên cûrbecûr ên xwarinên bêhed amade dike.. Û ku ew kar û ew în’am û ew îdare û ew îcraatên bêhed bi întîzameke pirr zêde çêdibin û her tişt, her zerre îtaetî wan fermanan û wan îcraatan dikin û ji wan ra musexer in belê eva hanê digel ku delaleteke qet‘î a li ser firehbûniya bêhed a serweriya wî dike; her yek ji tiştên wan daran û wan nebatan ên her pelekê, her kulîlkekê, her mêweyekê, her kokekê, her çiqilekê, her girêyekê û her kareke wan ku li gorî dîtinê, li gorî faydeyan, li gorî meslehetan û li gorî hîkmetan çêdibin; bi awayekî gelek eşkere delaletê li ser îhateya ilmê te yê li ser her tiştî û şumûla hîkmeta te ya li ser her tiştî dike û bi tiliyên bêhed nîşan didin. Û ji cemala sen‘etê te ya ku di kemaleke pirr zêde de ye û ji kemala nîmetên te ya ku di cemaleke pirr zêde de ye re bi zimanên bêhed pesn û senayê didin.   

   Hem di vê xana demkî de û di vê mêvangeha fanî de û di demeke kurt de û di ‘emrekê hindik de, bi destê dar û nebatan evqas qencî û nîmetên giranbuha û evqas mesref û îkramên ecêb nîşan didin, belkî şahidiyê didin ku: Ew Zatê Rehîmê biqudret û keremkar ê ku li vir ji mêvanên xwe re evqas merhemetan dike, ev hemû mesref û îhsana kirî bi dijê encama ku ‘xwe bide hezkirin û xwe bide naskirin’ nake; yanî da ku ji aliyê hemû mexlûqatî ve neyê gotin ku “Bi me da tamkirin, bes hê nedayî xwarin em îdam kirin” û vê gotinê bi wan nede gotin, û da ku selteneta ulûhiyeta xwe îsqat neke û rehmeta xwe ya bêdawî înkar neke û nede înkarkirin, û da ku hemû dostên xwe yên muştaq mehrûm neke û ji hêla wê mehrûmiyetê ve veneguhurîne neyartiyan; bêguman û her hal di alemeke ebedî de, di welatekî ebedî

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat