Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

te ya bêhed û wus‘eta serweriya te ya bênîhaye nîşan dide; û ku di bin tebeqeyên erdê de û bi tevê ku veşarî û tarî û tevlîhev e jî, amadekirina wan a bizanîn, bidîtin, bêyîşaşî, birêkûpêk û li gorî hacetan, bi awayekî gelek eşkere dorpêçkirina ilmê te yê ku pêwendiya wê bi her tiştî heye û şumûliya li ser hemû tiştan a hîkmeta te ya ku her tiştî tenzîm dike û bi amadekirina dermanan û madeyên me’denî mehasinên tedbîrên rubûbiyeta te ya rehîmane û kerîmane û letîfeyên biîhtiyat a înayetê nîşan dide û delaletê dike.    

   Hem, ji ber ku çiyayên qerase ji bo pêdivî û hewceyiyên mêvanên rêwî yên di vê xana dinyayê de û bo hewceyiyên wan ên di îstiqbalê de embareke îhtiyatê ya muntezem in û depoya cîhazatan in û mexzena mukemel a gelek defîneyên ku ji jiyanê re pêwist in, ji vê hêlê ve nîşan dide, delalet dike, belkî şahidiyê dide ku, Sani‘ekî evqas Kerîm û mêvanperwer û evqas Hekîm û şefqetperwer û evqas Qedîr û rubûbiyetperwer bêguman û bêşik, ji wan mêvanên xwe yên ku gelek ji wan hez dike re di alema ebedî de gencîneyên ebedî yên îhsanata wî ya ebedî hene. Ji dêvla çiyayên vir li wir stêr wê wezîfeyê dibînin.    

   Ey Qedîrê Kulî Şey! Çiya û her wiha ew mexlûqên ku di nava wan çiyayan de ne, di mulkê te de, bi hêz û qudreta te û bi ilm û hîkmeta te musexer û mudexer in. Afirînerê xwe yê ku ewana bi wî awayî wezîfedar kirine û musexer kirine teqdîs dikin û tesbîh didin.    

   Ey Xaliqê Rehman û ey Rebê Rehîm! Min bi fêrkariya Resûlê Ekrem (s.) û bi dersa Qur’ana Hekîm fêm kir ku, wek çawa asîman, feza, erd, derya û çiya digel muştemîlat û mexlûqên xwe te nas dikin û didin naskirin, wisa jî hemû dar û nebat, bi pelên xwe, bi kulîlkên xwe û bi berên xwe, bi awayekî eşkere te didin naskirin û te nas dikin. Û wek çawa ji wan pelên hemû dar û nebatan ên bi awayekî cezbedarane hereketa zikrî dikin û ji kulîlkên wan ên ku bi xemlên xwe navê Sani‘ê xwe tewsîf û tarîf dikin û ji mêweyên wê yên ku ji letafet û cilweya merhemeta wî dibeşişin her yek bi nîzamên xwe yên di nav sen‘eta xarîqe de û bi mîzana xwe ya di nav nîzamê de û bi zînetên xwe yên di nav mîzanê de û bi neqşên xwe yên di nav xemlê de û bedewiya di nav neqşê de û bi bêhnên xwe yên cuda cuda û tamên cûrbecûr ên wan mêweyên di nav wan bêhnan de, ku ne qabile hewaleyî tesadufê werin kirin, bi awayekî eşkere şahidiyê li ser wucûba wucûda Sani‘ekî bêpayan Kerîm û Rehîm didin; ku bi heyeta mecmûeya xwe ve tektî û bihevrebûna li ser rûyê hemû erdê û şibihandina wan a bi hev û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat