Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Ey Qedîrê Zulcelalê ku çiya ji keştiya erdê re kiriye stûnên gencînedar! Bi fêrkariya Resûlê Ekrem (s.) û bi dersa Qur’ana Hekîm min fêm kir ku wek çawa derya bi ecayibên xwe ve te nas dikin û te didin naskirin; wisa jî, çiya jî bi xizmetên xwe û bi hîkmetên xwe yên ku ji bandorên erdehejê bigre hetanî sikûneta erdê, ji bagerên înqîlabên wê yên hundirî yên di nava wê de hetanî sikûta wê û xilasbûna ji dagiriya deryayan û paqijkirina hewayê ya ji gazên zirardar û parastin û komkirina avê, bi xizmet û hîkmetên ku ji xezînedariya madenên ku ji giyaneweran re pêwistiya wan heyî te nas dikin û te didin naskirin.   

   Belê, ji cûreyên kevirên di çiyayan de û qismek ji madeyên ku ji nexweşiyên cûrbecûr re dibe derman û ji cinsên madenên cûrbecûr ên ji candaran re, xasma ji mirovan re gelek pêwist û ji sinfên nebatên ku çiya û sehrayan bi kulîlkên xwe dixemilînin û bi fêkiyên xwe yên şên dikin yek nînin ku, bi hîkmetên xwe, bi întîzama xwe, bi xulqiyeta xwe ya bedew, bi faydeyên xwe yên ku ne mumkin e ku hewaleyî tesadufê were kirin.. Taybet xwê, tozleymûn, sulfato û şeb ên medeniyatê ku zahirî dişibihin hev, lê tama wan gelek ji hev cuda ye.. Nexasim wek çawa nebat bi enwaên xwe yên cûrbecûr û bi kulîk û meweyên xwe yê çeşîd çeşîd ên ji axeka besît çêdibin ve bi awayekî eşkere şahidiya wucûba wicûda Sani‘ekî bê nihayet Qedîr, bê nihayet Hekîm, bê nihayet Rehîm û bê nîhayet Kerîm didin; ji hêla wehdeta îdareyê û wehdeta tedbîrê ya di heyeta mecmûeya wan de ye û bihevrebûna wan a menşe, mesken, xilqet û sen‘etê ve û ya tekbûn û erzanî û asanî û zêdebûn û zûbûna di çêkirinê de şahidiya yekbûn û ehediyeta Sani‘î didin.   

   Wek çawa mesnû’ên li ser rûyê çiyayan û yên di hundirê wan de, li her aliyê erdê her cûreyeka wê, ku di heman demê de, di heman awayî, bêşaşî, gelek tekûz û zû tên çêkirin û karek ji kareke din re nabe asteng, bi new‘ên din re ne û tevlîhev in jî, lê bêyî tevlihevî tên îcadkirin, eva hanê delaletê li ser heşmeta rubûbiyeta te û li ser ezemeta qudreta te ya ku tiştek jê re giran nayê, dikin; eynen wisa jî, heta bi awayekî ku pêwistiyên bêhed ên mexlûqên hemû giyanewerên li ser rûyê erdê, heta nexweşiyên wan ên cûre cûre, heta zewqên wan ên cûrbecûr, heta îştahên wan ên cuda cuda tetmîn bike, tijîkirina rûyê çiyayan û hundirê wan a bi dar û nebat û madenan a bi awayekî muntezem û musexerkirina wan a bo muhtacan firehbûna rehmeta

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat