Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

xulqiyeta wan gelek muntezem, taybet ji masiyên ku her yek ji wan bi milyon hêkên xwe ve deryayan şên dikin yek nînin ku bi xulqiyeta xwe, bi wezîfeya xwe, bi îdareya xwe, bi îaşeya xwe, bi tedbîra xwe, bi terbiyeya xwe Afirînerî nîşan nede û şahidiya Rezaqê xwe nede. Hem di deryayê de tu cewherên hêja, kêrdar û xemilî nîne ku bi xulqiyeta xwe ya spehî, bi fitreta xwe ya cazîbedar, bi xasiyeta xwe ya kêrdar te nas nekin, te nedin zanîn.   

   Belê, wek çawa ewana yeko yeko şahidiyê didin; bi heyeta mec­mûeya xwe ve, ji ber ku digel hev in û tevlîhev in û di sikeya xulqiyetê de yek in û ji aliyê îcadê ve hêsan in û hejmara wan pirr zêde ne ji van aliyan ve şahidiya wehdeta te didin; wisa jî dinyayê digel axa wê, van deryayên muhît ên ku kurreya erdê dorpêç kirine wisa hilawîstî (daliqandî) dihêle, bêyî ku birijîne û belav bike li derdora rojê digerîne û nahêle bejahiyê îstîla bike û ji xîz (qûm) û ava wê ya besît heywanên cûrbecûr û birêkûpêk û her weha cewherên wan diafirîne û erzaqên wan û karên wan ên dî bi awayekî kullî û tam îdare dike, tedbîrên wan dibîne û çû cenazeyên bêhed ên ku diviya li ser rûyê wan deryayan bana nahêle.. Ji vî aliyî ve bi qasî mewcûdatî heyîna te û wacîbul-wucûdbûna te nîşan didin û şahidiya wê dikin.   

   Û wek çawa bi awayekî eşkere delaletê li ser heşmeta selteneta rubûbiyeta te û ezemeta qudreta te ya ku her tişt dorpêç kiriye dike, delaletê li ser firehbûna bêhed a rehmeta te û serweriya te ya ku ji stêrên gelek mezin û muntezem ên li ser asîmanan re ne bigre hetanî wan masiyên gelek biçûk ên di binê deryayan de ku bi awayekî birêkûpêk tên xwedîkirin, digihîje her tiştî û serweriyan wan dike. Û bi întîzamên xwe û bi faydeyên xwe û bi hîkmetên xwe û bi mîzan û mewzûniyetên xwe ilmê te yê ku her tişt dorpêç kiriye û hîkmeta te ya ku şamilê her tiştiye nîşan didin. Û di vê mêvangeha te ya dinyayê de ku ji rêwiyan re ev birkên rehmetê hene û bo ger û geşta mirovan û bo keştiyan û bo îstîfadeya wan wisa musexer bûyî nîşan dide ku, ew zatê ku ji wan mêvanên xwe yên ku şevekê di wê xana ku di rê de hatî çêkirin de bimînin re bi evqas diyariyên deryayê îkram bike, bêguman di biryargeha selteneta wî ya ebedî de deryayên wisa yên rehmeta ebedî hene ku vana mînakên wan ên fanî û biçûk in. Va ye, rewşa ecêb a deryayan ên ku bi awayekî gelek xarîqe li derdora erdê ne û mexlûqên deryayan jî ku bi awayekî gelek birêkûpêk tên îdarekirin û terbiyekirin bi awayekî gelek eşkere nîşan dide ku bes bi hêza te û bi qudreta te û bi îrade û tedbîra te, di mulkê te de musexerî fermana te ne. Û bi lîsanên xwe yê hal Afirînerê xwe teqdîs dikin û dibêjin: “Ellahû Ekber!”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat