Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

dike û bi hîkmeteke bêpayan a ku di her tiştî de hukim dike çêdibe, eva hanê delaletê li ser dorpêçiya ilmê te û hîkmeta te dike. Hem ji bo wî însanê ku li ser rûyê erdê di demeke kurt de wezîfeyên bêhed dibîne û her wekî demeke bêhed bijî bi îstîdad û cîhazên manewî hatiye techîzkirin û teserufê li ser mewcûdatê erdê dike; di vê talîmgeha dinyayê de û di vê artêşgeha zemînê ya demkî de û di vê pêşangeha demkî de; evqas girîngî, ev lêçûna bêhed, ev teceliyata rubûbiyetê ya bêpayan, ev xîtabata subhaniye ya bêhed, ev qenciyên îlahî yên bêhed, bêgûman û herhal di vî umrê kurt û xembar û di vê jiyana tevlîhev û kedernak û di vê dinyaya têrbela û fanî de bi cî nabe; belkî ji ber ku teqez bo temenek din e û bo temeneke ebedî ye û bo memlekete seadetê ya baqî ye, îhsanatê uxrewî yên di alema beqayê de ne nîşan dide, belkî şahidiya wê dide.    

   Ey Xaliqê Kullî Şey! Hemû mexlûqên li ser rûyê erdê, di mulkê te de, di erda te de, bi hewl û hêza te, bi qudret û vîna te û bi ilm û hîkmeta te têne bi rêve birin û musexer in. Û rubûbiyeteka ku fealiyeta wê li ser erdê tê dîtin, îhate û şumûleka wisa nîşan dide û îdare û tedbîr û terbiyeya wê wisa tekûz û hesas e û îcraatan wê yên li her alî di nav tektî û bihevrebûn û hemşibihaneke wisa de ne ku, dide zanîn ku kulleke ku parçebûnê (teceziyê) qebûl nake ye û teserufek û rubûbiyeteka di hukmê kullê ya dabeşbûna wê nemumkine ye. Hem erd digel hemû şêniyê xwe bi lîsanên bêhed ên ji lîsanên qal hêj zahirtir in Afirînerê xwe teqdîs û tesbîh dikin û bi lîsanên xwe yên hal ên nîmetên bêpayan hemd û pesn û senayê Rezzaqê xwe yê Zulcelal dikin.    

   Ey Zatê Eqdes ê ku ji şideta zuhûra xwe, xwe veşartî û ji ezemeta kîb­riyaya xwe, xwe perdedar kirî! Ez bi hemû teqdîsat û tesbîhata erdê te ji kêmasiyê, ji bêhêziyê, ji şirîkiyê teqdîs dikim û bi hemû tehmîdat û senayan hemd û şukrê te dikim.    

   Ey Rebbul-Berrî wel-Behr! Bi dersa Qur’anê û bi fêrkariya Resûlê Ekrem (s.) min fêm kir ku: Wek çawa asîman û feza û erd şahidiya yekbûn û heyîna te didin; wisa jî, derya, çem, kanî û rûbar bi eşkereyî şahidiya wucûba wicûda te û wehdeta te didin. Belê, di deryayên ku di şûna qaqibên bûxarê yên kaniya ecayip ên vê dinyaya me ne de tu mewcûd heta tu dilopên avê nînin ku; bi heyîna xwe, bi rêkûpêkiya xwe, bi mefeeta xwe, bi rewşa xwe Afirînerê xwe nede zanîn. Belê ji wan mexlûqên ecêb ên ku di xîzeke besît û di aveke besît de rizqê wan bi awayekî mukemel tê dayin û ji wan heywanên deryayê yên

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat