Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

mewcûdatî şahidiya heyîna te û yekbûna te didin û nîşan didin. Erê, li ser rûyê erdê tu guherîn û di dar û heywanan de, her sal wek guhertina kincan tu tebedul –cuz’î be-kulî be- nîne ku bi întîzama xwe heyîna te û wehdeta te nîşan nedin. Hem tu heywan nîne ku, bi rizqê wê yê ku li gorî jarî û hewceyiya wê bi awayekî rehîmanê jê re tête dayîn û bi cîhazên ku li gorî pêwistiyê bi awayekî hekîmane tê dayîn şahidiya hebûn û yekbûna te nedin. Hem tu nebat û heywanên ku di her biharekê da li ber çavê me tên îcadkirin nîne ku, bi hunera xwe ya sosret, bi xemla xwe ya letîf, bi temeyuz û întîzam û mewzûniyeta xwe te nede zanîn; û xarîqe û mucîzeyên qudretê yên ji wan ra nebat û heywan tê gotin ên rûyê erdê tijî kirine; yên ji hêk û hêkok û dilop û heb û hebkok û dendikên mehdûd û madeyên wan yek û şibî hev ku bi awayekî bêşaşî, tekûz, xemilandî û bi elametê farîqe hatine afirandin, ji boyî heyîn û yekbûn û hîkmet û qudreta bêhed a Sani‘ê xwe yê Hekîm şahidiyeke wisa ye ku, ji şahidiya royê ya ji rojê re xurtir û geştir e. Hem tu ûnsurên wek hewa, av, nûr, agir û axê nîne ku digel wê bêşu‘ûriya xwe, bi şu‘ûrkarane û tekûz wezîfeyê dibînin; digel ku besît in, dagirker in, bêîntîzam in û belavî her derî dibin jî, ku ji gencîneya xeybê mêwe û berên gelek muntezem û cûrbecûr tînin şahidiya yekbûn û heyîna te nekin.    

   Ey Fatirê Qedîr! Ey Fettahê Ellam! Ey Fe’alê Xellaq! Wek çawa erd bi hemû şêniyên xwe şahidiya wacîbul-wucûdbûna Afirînerê xwe dikin; wisa jî, bi sikeya ku di rûyê wê de ye û bi sikeyên ku di rûyê şêniyên wê de ne û ji ber ku yek in û digel hev in û di nav hev re diçin û alîkariya hev dikin û nav û fê‘lên rubûbiyeta ku li wan dinêre yek e; bi awayekî eşkere şahidiya wehdet û ehediyeta te didin, belkî bi qasî hejmara mewcûdatê şahidiyê didin ey Wahidê    Ehed! Ey Hennanê Mennan! Ey Wehhabê Rezzaq! Hem wek çawa erd bi rewşa xwe ya ku leşkergehek e, pêşangehek e, talîmgehek e.. Û ku cîhazên cuda cuda yên çarsed miletên cûrbecûr ên ku di firqeyên nebat û heywanan de ne bi awayekî birêkûpêk tê dayîn, delaletê li ser heşmeta rubûbiyeta te dike û delaletê li ser wê çendê dike ku qudreta te digihîje her tiştî; eynen wisa jî, rizqên cuda cuda yên hemû candarên bêhed, tam di dema xwe de, bi awayekî rehîmane û kerîmane, ji axeka hişk û besît tête dayîn.. Û ku ew efradên bêhed bi musexeriyeke tam ji fermanên rebbanî re îtaetê dikin nîşan dide ku rehmeta wî şumûlê her tiştî ye û serweriya wî her tişt dorpêç kiriye. Hem sewq û îdareya qefleyên mexlûqan ên li ser erdê tên guherîn û mûnawebeya mirin û jiyanê û îdare û tedbîra heywan û nebatan jî ku bi ilmeke ku bi her tiştî eleqe

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat