Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

û îsbatê” û “depê dinivîse, îfade dike, paşê xera dike”, bi vî awayî hem fealiyeta qudreta te nîşan dide, hem şahidiya heyîna te dike; her weha rehmeta ku bi dilovaniya te ji ewran tê doşîn û ji candaran re tê şandin jî bi peyvên dilopên mewzûn û muntezem şahidiya firehbûniya rehmeta te û şefqeta te dide.    

   Ey Muteserifê Feal û ey Feyazê Muteal! Wek çawa ewr, birûsk, re’d, ba, baran yeko yeko şahidiya hebûniya te didin, bi heyeta mecmûeya xwe ve bi tevê ku ji hêla çawaniyê ve ji hev dûr in û ji hêla mahiyetê ve ji hev re dijber in jî, heysiyet yek in û bi hev re ne û diçin nava hev de û alîkariya wezîfeyên hev dikin; eva hanê wehdeta te û yekbûna te bi awayekî gelek xurt nîşan didin. Hem wek çawa şahidiya heşmeta rubûbiyeta te ya ku vê fezaya qerase dike mehşera ecayip û hin rojan çend caran tijî dike û vala dike û her weha şahidiya mezinayiya qudreta te û şumûla wê ya her tiştî ya ku wê fezaya fireh wek lewheyeka ‘dinivîse û diguhere’ û wek sungêrê ku ‘diguvêşe û wê bexçeyê erdê av dide’ teseruf dike, di heman demê de delaletî li ser firehiya bêhed a rehmet û serweriya te ya ku di bin perdeya fezayê de li rûyê erdê hemûçkê û li hemû mexlûqan dinêre û bi rêve dibe û digihîje her tiştî. Hem ew hewaya ku di fezayê de ye di wezîfeyên ewqas hakîmane de tê bi kar anîn û ewr û baran jî di faydeyên ewqas ‘elîmane de tên bi kar anîn ku, eger ilmekke ku her tişt dorpêç kirî û hîkmeteka ku şamilî her tiştî nebe ew bikaranîn û ew îstîxdam nabin.    

   Ey fe‘alun lîma yûrîd!  Bi fealiyeta xwe ya di cewa fezayê de her demê tu mînakeka heşr û qiyametê nîşan didî û di saetekê da havînê dikî zivistan û zivistanê dikî havîn û tu alemekê tînî û alemekê dişînî xeybê; qudreta te ya ku tiştên wekî wan dike nîşan dide ku dê dinyayê vegerîne axretê û li axretê şuunatê sermedî nîşan bide.

   Ey Qedîrê Zulcelal! Hewa, ewr, baran, birûsk, berq û re’da ku di valahiya fezadeyê de ne; di mulkê te de, li gorî ferman û hewla te û li gorî hêz û qudreta te musexer û wezîfedar in. Ew amir û hakimên ku wan mexlûqên di fezayê de ne yên ji hêla mahiyetê ve ji hev dûr in îtaetî fermanên pirr bilez û yên ‘jinişka’ ve û îtaetî fermandariyên zû û lezgîn dike teqdîs dikin û pesn û senaya rehmeta te didin.    

   Ey Xaliqê Zulcelalê ê erd û asîmanan! Bi fêrkariya Qur’ana te ya Hekîm û bi dersa Resûlê Ekrem (s.) min bawerî anî û zanî ku: Wek çawa asîman bi stêrên xwe û valahiya fezayê bi muştemîlatên xwe şahdebûna wucûba wicûda te û yekbûn û wehdeta te didin. Eynen wisa jî, dinya bi hemû mexlûqên xwe û ehwalê xwe bi qasî hejmara

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat