dorpêç dike û bo firehiyên bêhed ên rehmeta te ya ku her candarekî dide ber milê xwe îşareteke xurt e.. Bo ilmê te yê ku bi hemû karên hemû mexlûqatê li asîmanan û bi çawaniya wan eleqeya wê heyî û xistî di nava mista xwe de û tenzîm kirî şahidiyê didin ku bêguman her tişt dorpêç kiriye û hîkmeta wî her tişt xistiye nava xwe de. Û ew şehadet û delalet, ewçend eşkere ye ku, goya stêr, ji bo asmanê şahid re, kelîmeya şehadetê û delîlên nûranî yên tecesumbûyî ne. Hem heçî ew stêrên ku di meydana asîmanan de ne û di derya û fezaya wê de ne, wekî neferên îtaetker, wekî keştiyên birêkûpêk û wekî teyareyên xarîqe û wekî lembeyên ecayîp hişmeta selteneta ulûhiyeta te nîşan didin. Roja me ku stêreke ji ferdên wê artêşê ye, wezîfeyên wê yên di gerstêrkên wê de û yên di dinyaya me de delalet û hişyariyê dikin ku hin stêrên ku hevalên din ê rojê ne li alema axretê dinêrin û ne bêwezîfe ne; belkî rojên alemên baqî ne.
Ey Wacîbul-Wucûd! Ey Wahidê Ehed! Ev stêrên xarîqe, ev roj û heyvên ecêb; di mulkê te de, di asîmanên te de, bi fermana te û bi hêz û qudreta te û bi îdare û tedbîra te hatine tesxîrkirin û tenzîmkirin û tewzîfkirin. Ev stêrên gewre hemû tevde tesbîh û tekbîrê Afirînerekê tenê yê ku ew afirandine, wan digerîne û îdare dike, dikin û bi lîsanê hal dibêjin: “Subhanelah, Ellahû Ekber!” Ez jî bi hemû tesbîhatên wan te teqdîs dikim.
Ey Qedîrê Zulcelalê ku ji şideta zuhûra xwe xwe veşartî û ji ezemeta kîbriyaya xwe îxtîfa kirî! Ey Qedîrê Mutleq! Bi dersa Qur’ana Hekîm û bi talîma Resûlê Ekrem (s.) min fêm kir: Wek çawa asîman û stêr şahidiya hebûniya te û wehdeta te dikin; wisa jî feza bi ewrên xwe, bi birûskên xwe, bi re’dên xwe û bi bayên xwe, bi baranên xwe şahidiya wucûba wicûda û wehdeta te dikin.
Belê, ku ewra camid û bêşuûr, barana ku ava heyatê ye, li hawara candaran dişîne ancax bi rehmet û hîkmeta te ye. Tesadufa ku tevlîhev e, nikare tevlî bibe. Hem birûska ku elektrîka herî mezin e û îşaretî faydeyên ronîdarkirinê dike û teşwîqa li ser sûdwergirtina jê dike jî qudreta te ya di fezayê de rind ronîdar dike. Hem re‘d jî, ku mizgîniya barîna baranê dide û vê fezaya qerase dide axaftin û bi teqereqa tesbîhatên xwe li asîmanan deng vedide jî bi lîsanê qal diaxive û te teqdîs dike û şahidiya rubûbiyeta te dide. Hem ba jî ya ku bi gelek wezîfeyên wek dayîna lazimtirîn rizqê jiyana canadran û ya ji aliyê sûdwergirtinê ve hêsanîtirîn e û nefes e û rehetkirina nefsan e, ji ber hîkmetekê, navbera erd û asîmên dixe sûretê “lewha mehw