Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

girîng ên mirovî hene. Ji cemala baqî re neynik e; delalê mezher ê kemala sermedî ye û hewcedarekî spasdar ê rehmeta ebedî ye. Madem cemal û kemal û rehmet baqî ne û sermedî ne; bêguman, ew mirovê ku neynika muştaq a wê cemala baqî ye û delalê aşiq ê wê kemala sermedî ye û hewcedarê spasdar ê wê rehmeta ebedî ye; ji bo ku baqî bimîne wê têkeve welatekî beqayê û ji boyî refaqeta wan baqiyan wê here ebedê û divê di ebedul abadê de ji wê cemala ebedî û ji wê kemala sermedî û ji wê rehmeta daîmî re refaqetê bike, lazim e. Çunkî cemaleke ebedî bi muştaqeke fanî û bi dostekî nemayende (zail) razî nabe. Çunkî ji ber ku cemalê ji xwe hez kiriye, di muqabilê wê hebandinê de hezkirinê dixwaze. Lê heçî zewal û fena ye wê hezkirinê diguherîne neyartiyê. Eger mirov neçe ebedê û mayende (baqî) nebe, li dewsa wê hezkirina bingehîn a li hember wê cemala sermedî ya ku di fitreta wî de ye wê neyartî hebe. Wek çawa di haşiyeya Peyva Dehemîn de hatiye beyankirin, demekê bedeweke cîhanî evîndarê xwe ji huzûra xwe diqewirîne. Ew evîna ku di wî mirovî de ye bi yek carî vediguhere neyartiyê û wisa dibêje: “Tufî! Çiqas kirêt e.” Û ji bo ku xwe teselî bike ji cemala wê dienire, cemala wê înkar dike.   

   Belê, wek çawa mirov neyarê wê tiştê ye ya ka ew nizane, eynen wisa jî wê tişta ku destê wî negihiyê yan jî nikaribe bigre bi awayekî dijminane li kêmsaiyên wê digere. Adeta dixwaze nayartiyê bike. Madem bi şahidiya hemû gerdûnê Mehbûbê Heqîqî û Cemîlê Mutleq, bi hemû esmayê xwe yê husna yên spehî, xwe bi mirovan dide hezkirin û dixwaze ku mirov ji wî hez bikin; bêguman û her hal wî mirovê ku hem hebîbê wî ye, hem mehbûbê wî ye, wê neyartiyeke fitrî nediyê û wê ji xwe neenirîne û ew mirovê ku mexlûqekî wî yê herî mustesna ye û fitreten herî zêde mehbûb û xwedîhezkirin e û ji boyî perestiyê afirandiye neyartiyeke veşarî ya bi tevayî dijê fitreta wî nadiyê. Çunkî mirov wê birîna xwe ya kûr a veqetîna ebedî ya ji Cemalê Mutleq ê ku jê hez dike û qîmetê Wê teqdîr dike ancax bi neyartiya wê û bi enirandina ji wê û bi înkarkirina wê dikare tedawî bike. Eve sedema ku kafir bûne neyarê Xwedê ev e. Nexwe, herhal ew Cemala Ezelî, ji bo ku di riya ebedul-abadê de digel wî mirovê ku neynika wî ya muştaq e be, bivê-nevê wê wî mirovî di axretê de mezherî jiyaneke mayende bike.    

   Belê, madem mirov fitreten bi awayekî wisa hatiye afirandin ku bibe muştaq û hezkerê cemaleke baqî; û madem cemaleke baqî nabe ku bi muştaqekî fanî razî bibe; û madem mirov ji bo ku ji xemgînî û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat