Va ye bi zewala wicûdeke zahirî ya her candarekî (wek di Nameya Bîst û Çaremîn de hatiye ravekirin), meaniya qudsî û rubûbiyeta îlahî ya ji fealiyeta daîm û ji xelaqiyeta rebbanî ya gelek wicûden wek rûhê wê, mahiyeta wê, nasnameya wê, sûretê wê li pey xwe didin hêlan û li cihê wan diçin ser wezîfeyê çiqas girîng in, zanibe.
Bo pirseke girîng bersiveke qetî: Hin ehlê delaletê dibêjin ku: “Ew zatê ku bi fealiyeteke daîm gerdûnê texyîr (guhartin) û tebdîl dike divê ew bixwe jî metexeyir û mutehewil be.”
Bersiv: Haşa, sed hezar carî haşa! Guherîna neynikên li erdê guherîna roja li asîmên nîşan nade, berevajî vê, tezebûna cilweyên wê nîşan dide. Hem Zatê Eqdes ê ku ezelî û ebedî ye û ji her aliyi ve di kemala mutleq de ye û di îstîxnaya mutleq de ye û ji madeyê mucered e û ji mekan û qeyd û îmkanê munezeh û mûbera û muela ye; texeyur û tebedula wî muhal e. Guherîna gerdûnê nabe delîla guherîna wî, belkî dibe delîl ku ew naguhere. Çunkî zatek gelek tiştan her tim birêkûpêk biguhere û tehrîk bike divê ew zat ne mutexeyir be û divê herket neke. Wek mînak, dema tu gelek gule û topên ku bi gelek ta’yan ve girêdayî bizivirînî, divê tu di cihê xwe de bisekinî û nelivî. Yan na tu dê wê rêkûpêkiyê xera bikî. Meşhûr e ku yê birêkûpêk tehrîk dike divê hereket neke û yê berdewamî diguhere (texyîr dike) dive ne mutexeyir be; da ku ew kar birêkûpêk bidome.
Ya Duyemîn: Texeyur û tebedul ji hudûsê û ji bo ku tekemul bike ji tezebûnê û ji hewcedariyê û ji madîtiyê û ji îmkanê çêdibe. Heçî Zatê Eqdes e, ji ber ku hem qedîm e hem ji her cihetê ve di kemala mutleq de ye û hem di îstîxnaya mutleq de ye û hem ji madeyê mucered e û hem Wacîbul-Wucûd e, bêguman texeyur û tebedul muhal e, ne mumkin e.
Şû‘aya Pêncemîn: Du mesele ne:
Meseleya Yekemîn: Eger em bixwazin cilweya e‘zem a îsmê Qeyyûm bibînin, em xiyala xwe bikin du dûrbînên ku hemû gerdûnê bibînin ku yek ji wan dûrbînan tiştên herî dûr, ya dî zerreyên herî biçûk nîşan bide; ku em bi dûrbîna yekemîn dinêrin, dibînin ku, bi cilweya îsmê Qeyyûm, bi milyonan kure û stêrên ku hezar carî ji dinyayê mezintir bê stûn, li hewa, di nav madeya esîrê ya ku ji wê hê letîftir e de, hinek hatine sekinandin, hinek bo wezîfeyê tê gerandin. Piştre em bi dûrbîna duyemîn a xurdebîniya wê xiyalê, bi awayekî ku zerreyên biçûk bibînin, dinêrin. Bi wê raza qeyyûmiyetê wicûda her zerreyeke mexlûqên erdê yên candaran wek stêran rewşeke birêkûpêk