Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

zikrî dike û diaxve, digel wê jî, her cûreyeke gerdûnê û her alemeke wê bi sen‘eteke cuda û bi mu‘cîzeyên sen‘eteke cuda nîşan dide û di serê her candarekî de, heta qehfê herî biçûk de jî gelek makîneyên wek fonograf, fotograf û telgraf çêkiriye, digel wê jî di serê her mirovekî ne ku tenê fonoxrafek bêplak, fotoxrafek bêneynik, telgrafek bêtêlk, belkî bîst qatî ji van muhteşemtir.. îftîxara qudsî û memnûniyeta muqedes a ku ji çêkirina makîneyeka wisa ya di serê her mirovekî da û bikarhatina wan a bi awayê ku ew bixwaze.. Belê maneyên wisa û şuûnatên ulwî yên ji vî çeşîdê rubûbiyetê tên, bêguman û her hal vê fealiyeta daîmî pêwist dike.    

   Hem mesela, wek çawa hukimdarekî dadwer, dema ji bo îhqaqa heqî heqê mezlûmî ji zalimî distîne û belengazan ji xerabiya xurtan diparêze û ji her kesî re musteheqê wî çi be wî heqî didiyê lezetê jê distîne, îftixarî pê dike, memnûn dibe, eva hanê ji ber ku qaîdeyekî bingehîn a hukimdarî û dadweriyê ye; bêguman zatê Heyyê Qeyyûm ê Hakimê Hekîm û Edlê Adil ku ji hemû mexlûqên xwe re, taybet ji candaran re şertên jiyanê ku “Heqê jiyanê” jê re tê gotin dide wan û ji bo ku jiyana xwe biparêzin cihazan dide wan û hejaran bi awayekî Rehîmane ji xerabiya xurtan diparêze û new‘ê îhqaqa heqî ya hemû candaran a di vê dinyayê de bi tevayî, lêbelê new‘ê cezadayîna neheqan qismen ji îcraya raza dadweriyê ye; xusûsen şuûnatê rebbanî û meaniyê qudsiyeyên ku di mehkemeya kubra ya heşrê de ji teceliya edaleta mezin hasil dibe ya ku em ji te’bîra wê aciz in e ku di gerdûnê de vê fealiyeta daîm îcab dike.

   Va ye wek van sê mînakan, ji ber ku di hemû esmayê husnayê de, her yek ji wan dibin wesîleya hin şuûnatê îlahî yên pîroz, xelaqiyeta daîm pêwist dikin.   

   Hem madem her qabiliyet û her îstîdadek, ku gava înbîsat û înkîşaf kir bi berdayin û semeredayina xwe dilfirehiyekê û lezetekê dide. Hem madem her wezîfedar, dema wezîfeya xwe pêk anî û xilas kir rehetiyek û memnûniyeke zêde ya ji terxîsa wezîfeyê tê, hîs dike. Û madem ku yek gelek mêweyan ji toximekê tenê bistîne û ji dîrhemekê sed dîrheman kar bike eva hanê ji xwediyê wê re rewşeke gelek bikêf e, tîcaretek e. Bêguman yê îstîdadên bêhed ên di hemû afirandiyan de dide înkîşafkirin û piştî ku hemû mexlûqên xwe di wezîfeyên giranbuha de dan xebitandin bi awayekî tereqîwarî dide terxîskirin, yanî unsûran derdixîne mertebeya madenan, madenan derdixîne jiyana nebatan, nebatan bi wasîteya rizqî derdixîne dereceya jiyana heywanan; heywanan derdixîne jiyana bilind a mirovan a ku şi‘ûrkarane ye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat