Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Va ye her yek ji van distûrên ku behsa wan hatî kirin distûreke bîngehîn in ku di gerdûnê de û di alema mirovayiyê de cereyan dike. Sê mîsalên ku nîşan didin ku ev qaîdeyana di esmaê îlahî de cereyan dikin di Mewqifa Duyemîn a Peyva Sîh û Duyemîn de hatiye ravekirin. Ji ber ku munasib e ku kurtasiyeke wê di vî meqamî de were nivîsîn, emê bibêjin ku:

   Wek çawa, mesela, zatekî ku heta tu bibêjî xudanmerhemet, merd û pirr zêde alîcenab bi pêwistiya sec‘iyeta bilind a di fitreta wî de ye, mirovên gelek hewcedar û xizan li keştiyeke geştê siwar dike û bi ziyafet û îkramên heta tu bibêjî mukemel wan xizanên hewcedar memnûn dike û di deryayan de li derdora dinyayê digerîne û ew bixwe jî raserî wan û bi awayekî kêfxweş li wan temaşe dike û ji minetkariya wan hewcedaran lezetê distîne û ji telezzuza wan mesrûr dibe û ji keyfa wan dilxweş dibe, îftîxar dike.   

   Madem mirovê ku di şûna memûrekî tewzîatê de ye, bi dana ziyafeteke wisa cuz’î evqas memnûn û mesrûr bibe. Bêguman yê wek zatê Heyyê Qeyyûm ku hemû heywan û mirov û firîşte û cin û rûhên bêhed xistî keştiya erdê ku gemiyeke rehmanî ye û rûyê erdê bi xwarinên cûrbecûr û bi ezwaq û erzaqên hemû hestan tijî kirî û bi awayekî sofreyeke rebbanî li ber wan vekirî û wî mexlûqatê xwe yên hewcedar û spasdar û minetkar û mesrûr li çar aliyê gerdûnê digerîne û li vê dinyayê bi evqas îkraman wan mesrûr dike; digel vê jî li axretê her bihişteka xwe ji ziyafeta daîmî re kirî sofreyek; belê ya aîdê wî zatê Heyyê Qeyyûm maneyên rubûbiyetê yên bi navên wek “memnûniyeta muqeddes”, “îftixara qudsî”, “lezzeta muqeddes” îşaretî wan tê kirin ku hin şuûnatê îlahî yên em ji tabîra wan aciz in û em ne destûrdarê wan in ku ji spasî û minetkarî û mesrûriyet û kêfxweşiya wî mexlûqatî tên ku fealiyeta daîmî û xelaqiyeta mute­madî pêwist dike.    

   Hem wek mînak, pîşekarekî destbikêr fonografekî bêplak çêbike, ew fonograf wek ew dixwaze biaxive, bişixule; pîşekarê wê dê çiqas pesnok bibe, çiqas mutelezîz bibe; wê ew bixwe ji xwe re bibêje “Maşaleh!” Madem pîşeyeke biçûk a bêîcad û sûrî di giyanê pîşekarê xwe de bibe sedema şanazî û memnûniyetekê, bêguman Sani‘ê Hekîmê vê mewcûdatê, hemû gerdûn kiriye mûsîqiyeke îlahî û fabrîqeyeke ecêb a ku bi nexmeyên cûrbecûr ên bêhed deng dide û tesbîhatan dide û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat